Jivanê Kewê – Arşîvkirina Strana Kurdî
Xeleka vê carê ya bernama (Jivanê Kewê ) ku li kanala asmanî ya Gelê Kurdistanê de tê weşandin li ser Arşîvkirina Strana Kurdî bûye û mirov çawa dikare stranên Kurdî bi giştî arşîv bike.
Bername bi mêvandariya Rojnamevan û hunermend (Hesen Dîbo) ku zêdetir wek mînak behsa stranbêja Kurd (Nisrîn Şêrwan) hate kirin, (Nisrîn Şêrwan) yek ji stranbêjên kevne yên Kurd bûye û xelka Bakûrê Kurdistanê ye ku yekem car çûye radyoya Bexda sala 1944`ê bi rêya Elî Merdan û behsa jiyana wê hate kirin ku kê helbest jêre nivîsîne heta kiriye stran .
Rojnamevan û Hunermendê Hesen Dîbo behsa wesiyeteka Hunermendê mezin Tehsîn Taha jî kir ku piştî mirina hunermend û dengbêjê mezin (Mihemed Arif Cizrawî) li mala wan wesîyeta xwe tomar kiriye. Her weha diyar jî kir ku Tehsîn Taha ew raspartiye û daxwaz jê kiriye ku arşîva hunermendên Kurd kom biket û dê rojek bêt ku miletê Kurd pêdivî bi arşîvê hebe.
Di vê lînkê de bernamê temaşe bikin:
https://www.gksat.tv/barnamakan_details.aspx?jimare=107
Sekoya Kurmancî