ZELALIYEK LI SER SERSALA KURDÎ

ZELALIYEK LI SER SERSALA KURDÎ

Nivîskar: Zeynelabidin Zinar

Roja 13 ku dikeve 14ê meha yekê ji tarîxa Îsa Pêxemberî, Sersala Kurdî ye. Min bi dehê caran dîtiye ku ew şev li gundên Kurdistanê hatiye pîrozkirin.

Min jî roja 13/ 01/ 2023 wek tarîxa kurdî ku 13/ 01/ 2635 e, pîrozbahiyek bi sernavê SERSALA KURDÎ PÎROZ BE weşandiye.

Hin biraderên me nivîsîne ku tarîxa Sersala Kurdî 21ê Nerwozê û sala 2723 ye.

Împeretoriya MAD/MEDê  berî Îsa sala 678 ji aliyê şeş eşîrên Kurd ve ava bûye û dîsa berî Îsa di sala 549an de jî ji holê rabûye.

Ew tarîxa ku dibêjin, Sersala Kurdî ye, roja ku Împeretoriya MADê axa xwe ji destên Împeretoriya Asûrê rizgar kiriye, bi şev agirê rizgarkirinê li hemû bilindciyan dadane û rizgariya axa xwe pîroz kirine. Ew şev jî li 21ê meha adarê rast hatiye. Ji ber hindê jê re dibêjin NEWROZ/nûroj û Roja Nû.

Newroz têkiliya xwe bi Kawa û Dehak re tune.

Mesela ku dibêjin xwedêgiravî qiralekî Ereb her roj du xortên Kurd serjê dikirin û mejiyê wan dida marê di serê xwe de, ji rastiyê dûr e û bingeha wê tune. Ji ber çend sedeman:

. Berê derketina Ola Îslamê, Ereb li tu herêmekê nebûne desthelat. Ji ber ku ew ji Afrîqayê hatiye vê herêmê, jiyana wan jî bi BEDEWÎtî (koçer)  domandiye. 

. Lê Kurdên KÛTÎ û KURTÎ, 15 hezar sal berî Îsa Pêxemberî desthelatiya xwe ava kirine.

. Împeretoriya Kurdên Lor ku sînorê xwe gehandibû welatê Manchuryayê (Çîn), 10 hezar sal berî Îsa Pêxemberî bûye.

. 10 dewletên Kurd ku ava bûne, gelek ji wan berî Împeretoriya MADê bûne.

Ew gotina KAWAyê HESINKER ku hatiye gotin ku qaşo DEHAKî kuştiye, rastî ji bingeha wê re tune.

Eger em bêjin: Neteweyê Kurd ji wan kesên ku ji ber marê Dehakî berdane çiyê zêde bûne, em nikara wan dewlet û du ûmperetoriyên Kurdan dikin.

Çîroka Dehak û Kawayê Hesinker, ji bo ku Kurdan bêrûmet, bêbinyad bikin, bi zanîn derxistine holê.

Peyvika KAWA, nasnavek bû ji bo waliyên Împeretoriya MADê re dihate gotin.

Îcar li wê gorê divê mêjûzanên Kurd, Tarîxa SALA Kurdî ka 2635 e yan  2723 ye bipeyitînin.

Her şad û bextewer bin…

 

15/ 01/ 2023. 14:05

XELAT