ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK.. Beş (4)

ÛSÊ MI'O Û SEFERBELIK.. Beş (4)

Nivîskar: Salih Heydo

 

Her wiha Ûsê pêde diçû û wiha digot: Ewî ciwamêrê Ermenî pazde-bîst rojan ez li cem xwe li malê hiştim bi rêz û rûmeteke mezin û ez derman dikirim û xanima wî Haykanoş gelekî guh dida min ji hêla şûştin û veşûştinê de û çi roja heba ji min re mirîşkek serjêdikirin û hêk û rûnê kurmancî û şîrê çêlekan ji min re pêşkêş dikirin di gel qatixê malê û hingiv,lewra timî ji min re digotin gelek xwîn ji te çûye, divê tu gelek xwarina bi hêz û tewaş bixwe da tu xwîna xwe vegerrîne û qe şerm meke,tu weke kurê me ye ,lewra ev mal mala te ye,em jî dê û bavê te ne.Bi vî awayî ez nan û derman dikirim û li min miqate bûn heya hêdî-hêdî  ez hatim ser derba xwe û ji birînên xwe saxlem û durist bûm,lewra ji min re got: Ez di xizmeta te de me û tu kîderê jî dixwazê ez ê te bibêmê!

Her wiha piştî ez rabûm ser xwe min ew  pênc zêrê ku bavê min dabûne min, min ji kurtika xwe di kîsikê qeytnakirî de derxist û min pêşkêşî wî kir.Dema ev riftar ji min dît gelekî zivêr û aciz bû û got: Birazê te vêga îş xerakir ! Tu çilo zêrên xwe didî min? Mane min ji pêşî de ji te re gotibû ev mal mala te ye û em dê û bavê te ne,hîç ez vê yekê ji te napijirînim û ez ne hewcedarê zêr û pera me,lewra dema min tu di mala xwe de derman kir di hingî de qirra Ermeniyan dihate bîra min ji ber min ji xwe re digot ev jî birîndarekî kurmanc e ,cudahî di navbera me herdû milletan de nîne ,lewra êş û birînên me yek in.Hûn bi destê hevolên xwe têne kujtin û em jî bi destên hevolê we û bi alîkariya hevolên xwe yên xwedî dewlet û bi hêz qirr dibin,lewra narvîna me û we yek e ,dema hûn têne kujtin kesek ji hevolên we deng ji xwe nayine ,wiha jî di qirrkirina me de dewleteke firincî (Ewrupî) qaşo hevolên me ne bi tenê jî li ser me nexeyidîn,berovajî bû, bi ser de jî destek û alîkarî bi Roma reş re dikirin ji bo sûde û bercewendiyên xwe.Ma tu çilo zêran didî min xortê delal?! Lewra min gelekî spasiya wî kir û ez baş bi mirovatiya wî û gotinên wî bandor bûm ,rabû min jê re got: Ciwamêrê delal: Te gelek ji min re kir û hezar carî malî ava be,lewra ez dixwazim tu min bigihîne devera Dêrika çiyayê mazî cem mala şêx Seydoş ku ez di rêya wan re herim welatê xwe berriya Mêrdînê! Çawa min wilo got di dews de hêstirek anî û hinek nan û zewade di gel êmîş  kire xurcika wê û ez li paş xwe siwar kirim û me da rê da ku em herin mala Şêx Seydoşê navdar û em ketin rêya xwe.

Dumahîk heye....

XELAT