ELIFBAYA XELÎL XEYALÎ ya orijinal geha destên min
Zimanzan û Lêkoler: Zeynelabidîn Zinar
Çend roj berê min daxwaz ji biraderan kiribû ku Alfabeya Xelîl Xeyalî yê Motkî (Bedlîs) bo min bişînin.
Spas ji bo Remezan Yeman, Ehmed Qayman û Eli Oncu ku bo min hinartine. Lê ewên hinartî ne orijinal in. Ya orijinal wek PDF biraderekî bo min hinartiye.
Ez ji bo her çaran jî spasiyên xwe yên germ di vê sar û seqema zivistana xedar de pêşkêş dikim.
Erê, Ferhenga gorbihişr Xelîl Xeyalî wek PDF niha di destên min de ye.
Ev hinare orijinal e û bi tîpên erebî, bi destê Mûsa Ezîmulkurdî di sala 1325an de hatiye nivîsandin.
Pirtûk bi wênekêşiya xwe ya orijinal, ji aliyê Ehmed Ramiz Kurdîzade ve jî di eynî salê de çap bûye.
Navê pirtûkê çewa ku di wêne de jî tê dîtin, ELÎFBAYÊ KURMANCÎ ye.
Li binê nav MUHERRIR XELÎL XEYALÎ MOTKÎ nivîsî ye.
Li binê navê Xelîlî, TABI´ KURDÎZADE EHMED RAMIZ SAL 1325 hatiye nivîsandin.
Ev tarîxa Hîcrî, dike 1907ê Mîladî.
Pirtûk bi temamiya xwe 27 rûpel e.
Diyar e ku elîfbêtina erebî di dema Pêxemberê (xxl) me de 17 tîp bûne.
Lê 70 sal piştî Hicretê, Ereban elîfbêtika xwe derxistine 28 tîpan. Lê di wê elîfbêtikê de tîpa L heye û ya LAyê heye. Piraniya Ereban herdu tîpan yek dihesibînin. Lê ninek jî wek du tîpên cuda dipejirînin.
Lê belê Medreseya Kurdî sal 950 dema li Hemedana paytexta Kurdistanê avabûye, elifbêtika erebî ji bo xwe bi kar anîne, lê forma kurdî danê û kirine 33 tîp.
Ev albabeya ku gorbihişt Xelîl Xeyalî jî amade kiriye, 34 tîp in.
Lê pênc tîpên ji elifbêtika erebî ku di fonetîka kurdiya kurmancî de nînin jî, Xelîl Xeyalî bi kar aniye, weke van tîpan: ث, ذ , ض, ع û غ.
Çendî ku niha piraniya Kurdan 31 tîpên alfabeya Latênî bi kar tînin jî, bêguman ev 31 tîp têra fonetîka kurdiya kurmancî nakin.
Zimanê fermî yê Împeretoriya MADê kurmancî bûye û ewel 38 tîp bikar anîne, piştre tîpên alfabeya xwe derxistine 44 tipan.
Niha xebateke min jî li ser albabeya Kurdî ya 44 tîpî heye. Ez ê wan 44 tîpan bi nimûne û mînak amade bikim.
Di vê berhema Xelîl Xeyalî de, çend rûpel tenê li ser tîpan hatine nivîsandin. Yên din nimûneyên cuda ku wî nivîsîne cih girtine.
Lê gorbihişt Xelîl Xeyalî, gelek peyvên kurmancî wek nimûne jî bi kar anîne û niha gelek ji wan peyvan nayên bikaranîn.
Bi hêviya lêkolîn û sererastkirina Alfabeya Kurdî… Her şad û serkeftî bin…
03/ 01/ 2025. 16:58
XELAT