Çîroka Pîrê û Şêx

Çîroka Pîrê û Şêx

Nivîs: Mehmet Emîn Aslan

Şêx kar û barê xwe kir û bi dehan sofî û salik dan dora xwe û derketin irşadê. Çûn gundek, jin û mêr û zarok hemî li dorê kombûn û dest û lingê şêx ramîsan.

Ji édetaye; dema ku şêx here kijan gundî berê destmêj digre û du rekat sunetê şikrê dike. Jin û mêr êrişdikin ku hinek ava desmêjê bi destxin. Hinek ava destmêjê vedixwin, hinek serçavên xwe pê dişon û hinek jî ji bo tebrikê, wê ava desmêjî dibin dixin nava hevirtirşkê malê... Zor jinan jî zarokê xwe xustine rêzê ji bo şêx tufî devê wankê ku bibi zarokê qenc û baş.

Şêx sunetê xwe dike û dizivire ser civakê û dest bi axaftina xwe dike; gelî muminên mêr û jin, keç û xortên nûciwan! Hemd û senayan ji bo afirînerê kaînat, wer selatan û selamın li ser serokê mexluqat.... piştî paye û rêzgirtina ji bo xweda û tikayê li ser pêxember. Hun bizanin qada cîhanê zevya axretê ye. Hun li vê qadê çi biçînin hunê ewî li axretê, berhem bigrin.

Wê Xweda yê mîhrîban bihiştê bide we. Li bihiştê çemê avê, çemê hingivîn, çemê araqê û çemê şîr ev çeman, bê navber û sekin diherikin. Xwedayê dilovan van hemîyan ji bo we mikafat dide û diyarî dike. Qedya? Na...!

Wê li axiretê bi dehan qesran, bi sedan jî horyan bide we. Gost û fêkî û xarin û vexarin hemi ji bo we beleşe. Li bihiştê, bes kêf û lezet heye! Her mêrek bejna wan dibe şêst ziraà û berê wan ango... Her dem û sèèt kêf ú lezet... daha hun ji xweda çi dixwazin? Ji bo vê yekê divê hun dest ji etega me bernedin.

Pîrek rabû û qîrda. Got:"na na...! Ez napejirînim! Ma bê dadîkî waha çawa çêdibe? Dibê ku Xwedayê mîhrîban jin û mêran yek negre? Bo xweda bi sedan jina bide mêrekî û ez jî bi mêrê sedan jina biskinm? Welejî bîlejî ez pê naskinim."

Jinek got: dayê ka bisekine û şêx guhdarke! Ka temaşeke wê encam bibe çi?

Pîrê, qîzê şêx, hemî tiştan dide mêran. Ka bila berê bi dehan nêrîyan bide jina xwe, piştre bi sedan horîyan têxê bin darê xwe û mêran. Ev çi bêdadî ye...?

Lewê pîrê bi milê pîrê girt û got:"dayê! Şêx zor xweşik diaxife. Ma tu naxazî bi sedan jinên lawê tê çêbin û lawê te bibe xwedyê qesr û qonaxan?" Pîrê, na, na... ! Lowo serê te di nav lingê min re derketîye. Ji bo te bi dehan qesr û qonax, bi Seden horî ji bo min rejî objetî ya seksê...! Çawa çê dibe? Dibe ku di virde serdestîya hiqûqê hebe? Li vir hiquqê serdesta hakime! Ka xweda digot:"li ser kaloryan li henber hevdune"

Bavê te li henber me bi tenê em jî bi sedan li henber wî bisekinin, ma insafe? Ewê têra me kijana bike?

Ez li ser navê jinan, Şêx şermezar dikim û dibêjim rabe ji gundê me derê! Tuyê naha mêran bê exlaq bihêlî û mêrê me têxî xeyala horîyan. Êdî mêr ji bo horîyan ker û gêjbin û nekarin debara mejî bikin!

Ka derewîno! Te digot:"bihişt di binê lingê dayîkandeye!" İro tu bi dehan qesran didî zarokên me yên nêrîn û keçen me yên xweşik û şepal jî, ji bo wan dikî objeyi seksê. Wey dişkûnê dişkûn!

Şêx got: Ka temaşe bikin; me digot jin ne mislimanin û ehlê dojehêne we bawer nedikir! Kî ji we dixwaze li ehlê dojehê temaşeke bila li vê pîra xwedyê gevola haşin mêzeke! Ji bo warisê pêxember gumanan dike...!

Pirê, ma şêxo tu jî ne layê pîrekê yî? Bêbextê bêbext! Tu ji dayîka xwe re jî îxanetê dikî.

Hevserê pîrê dest avête pêşa pîrê. Keçê şêx rast dibêje. Tu çi nezan û bêaqilî! Ez ê bibim xwedayê horîayan û tuyê jî bibî sertaca bi sedan horîyan Ma qey tu ne qayîlî?

Şêx, ji mêrik cesaret girt û got:" kesên porê wan dirêj, mêjîyê wan kin e!" Heqaret li jinan kir.

Ev peyv ji bo jinan xeleka dawîn bû. Jin bi carek êrişî şêx kirin û bi kûçan berdanê.

Şêx şaş û e'baya wî di nav toz û dûmanê de ma...

Keçikek ciwan kevirek li nav milê şêx da û got:"ez ê te bi qurbana ciwanîya xwe kim û mêr û van xortan jî li dora lingê xwe bigerînim. Kî/ê gotîye ev xort ji min çêtirin? Ji bo carek bedewîya min bibînîn her roj li pencereyan li ser xanîyan û li ber derîyan temaşeyî min dikin û agah ji qafê xwe nînin.

Xortên gund hemîyan bi carek qîrdan û gotin:"erê welle bila xweda te bide me, bila em bi qurbana te bin û li dora lingê te bigerînin. Şêx tu çawa qêmîşî van porsor û kezîzîzeran dikî ku bi sedan hêwîyan ji wan re çêdikî?" Hemî mêran xwe dan pişta pîrê û gotin jin, jîyan, azadi. Bila eşq û evîna me hebê, exlaq û onura me serbixwe be, bila bihuşt û horî ji bo we bin.

Şêx qet bi carekî jî serê xwe ranekir û li nav çavê gundîyan mêzenekir. Xerab xerab di berxwede diponijî.

Melê gund di ber xwe de got:"wele ev ji bo min dersek baş bû. Min jî bi hezaran horî dida mêrekî, ez poşmanim. Êdî tiştek wiha, li mizgeftê li min tobe ye!"

Deng çû pîrê. Pirê got:"belê mele te jî mizgeft, kiribû cihê mîhrîcana horîyan. Ger tu jî van keviran ders dernexi, wê ji nêzda qîyameta te jî rabe!" Mele got:"dayîka dildar hûn xwedîyê jîyanêne û mafdar in."

Şêx şaşika wî bi xwîn ketibû sitûyë wî. Ji xwe re digot:"wele jin zor mafdarin. Pirê jî rast digot! Ma ez jî lawê jinekê me. Dibe ku ji bo min bi sedan horî, bes ji bo dayê jî, yek bi tenê? Êdalet heye, insaf heye...!

Sofî pirsî şêxê min madem pîrê mafdarne, heq û hiqûq jî parastina pîrê ye, ji bo bi dehan sal e te em bi horîya xapandin? Lê ku horî jî wek jinê vî gundî bi dar û keviran li me bidin? Ew dem bihişta ku tu ji bo me soz didî, dojeh bi xwe ye! Şêx tu deng nekir û xwîna ser û rûyê xwe paqij kir û di berxwede hunjî mafdarin, ev lêdan hemî îddayên me berovajî kir got: Şêx ji gund derket û kulek kulek ket rê.... ji wê roj heta îro şêx di wî gundî re derbas nebû û mele li mizgeftê mihrîcana horîyan venekir... gundîyan pêkera pîrê li nav gund çêkirin û jin, jîyan, azadî li ser nivîsîn. peyva;" bû şêr çi jin çi mêr" armanc hat girtin.

Sekoya Kurmancî