MEZINÊ MEZELAN
Nivîskar: Salih Heydo
Hin kalemêr hene hemî pend û hişnendî ne û tucarî mere ji civata wan têr nabe,lewra xwedî serbuhêrk û ezmûne ne û baş temenê xwe di xweşî û reşiya jiyanê û civaka xwe de derbaskirine û mere aqil ji peyvên wan digire.
Her wiha hinên dîtir jî hene dema mere li wan dinêre mere ji xwe re dibêje ku ev kes hemî jîrbûn,zanebûn,feraset û hişmendî û pend e,lê kêliya ku yek bi wan re têkiliyê dike yan hin pirs û pirsyaran ji wan dike di derbarê civakî,dîrokî û hin tiştên ku bi millet û welêt ve girêdayîne di bersiv û riftarên wî de nezanî,paşdemayîn,xurrifandin ji ser û simaxên wî derdikevin ,di hingî de mere zehf poşman û fedîkar dibe ku ev çi reng beşer û afrîde ye û ew aqilê di serê mere de jî difire û diçe!Lewra kurd dibêjin: (Aqil di seriyan de ye ne di riyan de ye).
Lewra min çîrokek civakî li ser xelkên bajarê Darê dinivîsand û min xwest ku ez hinek agahî li ser gundên derdûra wê ji hin kalemêr û temendarên bajarê Amûdê bigirim çiku Darê di sînorê Amûdê de ye û pêve girêdayî ye ji bakur ve bi du-sê kîlomêtran tenê.
Her wiha ez li bajarê Hesekê dimeşiyam ,di kolanê de ez di ber deriyê yekî Amûdî re derbas bûm min dît ku ew kalemêr û kevaniya xwe ya pîrejin li devê deriyê xwe li ser kursiyan rûniştîne di danê êvarê de,
Bi rastî kêfa min gelekî hat û min ji xwe re digot: Bi xwedê vayê wê ev ciwamêrê temendar riya min bikirre,çêtir e ku ez herim Amûdê bipirsim,hema vaye ez di rêya rasthatinê re li evî kalemêrê Amûdî hukimîm! Her wiha ez gihajtim cem û min silavek bi rêz û rûmet lê kir û min pirsa tenduristî û hal û demên wî kir û kêliyekê ez li ser kursiyê li cem wî û kevaniya wî rûniştim,lewra min jê pirsî û got: Mamê delal! Gelo gundên ku dikevin rojavayî bajarê Darê de ku sînordarê wî ne, çi gund in,û çend in û navên wan çi ne???
Di bersiva min de bi mirrûzekî tirş û Hişekî hişk û nezanî li min vegerrand û got: Hooo yabo ma tu çi pirsê ji min dike,ez li ku û Darê li ku? Bi xwedê ez nizanim min doh çi xwariye,tew tu pirsa gundê Darê ji min dike,ez navê gundê xwe nizanim!?
Hîn peyva wî bi dawî nebûbû min dît kevaniya wî ya hîn jê nezantir û dunyanedîtîtir bi dengekî gazinokî û ne layiq berê xwe da min û got: Em ji ku zanin Darê li kîderê ye û gundên wê çine! Ma tu hatiye me imtîhan bike,here Darê ji xwe re bipirse ma em Darîne heya ku tu hatiye cem me,wele îca navê gundên Darê ji me kême haaa! Dema ev bersivên çewt û hişk bi nezanî dan ez seyr û şaşnetelmayî mam ku ev çi reng beşer in ku serê wan qalikê valaye,lewra çilo tiştekî li ser derdora xwe nizanin,ma qey ev li kîderê jiyane?!
Her wiha dîsa gunehê min bi bextreşiya milletê me hat û ez rabûm ji cem wan û pilîpoşman vegerriyam mala xwe û min ji xwe re digot: Temendarên xelkê bi mezinayiya xwe dibin şêwirdar û berpirsên welat û milletên xwe lê yên me kurdan hema bi nav salan dikevin dixurrifin û ji gurd dikevin .
XELAT
