"Wata di Navbera Semantîk û Pragmatîkê da" ji nav weşanên SZKyê derket
"Di vê berhemê da, danerî yeke û cureyên watayê berfireh şirove kirine û di navbera semantîk û pragmatîkê da rola wê berbiçav kirîye. Herwiha her babeteka watayê, bi gelek tewer û binemayan ve û bi nimûneyan zelal kirîye.
Berhema orjînal bi tîpên erebî, binzaravayê behdînî hatîye lêkirin. Ji bo ku berfirehtir belav bibe û berdestî gelek xwîner û xebatkarên zimanî bibe, me baştir dît ku vê berhemê bînin kurmancîya bi tîpên latînî.
Di xebata lêanînê da, bi şertê ku metina resen ji watayê ve wekî xwe bimîne û naverok neyê guhartin, me ev berhem ji hêlên ferheng û ristesazîyê ve li kurmancîya standard guncandîye."
Daner: Şêrzad Sebrî Elî
Lêanîn: Nêçîrvan Evdilezîz

XELAT
