"Rêzimana Kurmancî" ji nav weşanên SZKyê derket

"Rêzimana Kurmancî" ji nav weşanên SZKyê derket

Piştî xebateka berfireh a sê salan, Sazîya Zimanê Kurdî (SZK), berhema "Rêzimana Kurmancî" derxist.

"Rêzimana Kurmancî" ku ji hêla her du endamên SZKyê Ferhad Mûsayî û Vîyan Hesenî ve hatîye danîn, nûxurîya weşanên SZKyê û berhema wê ya pêşîn e.

Di pêşgotina berhemê da hatîye nivîsîn: "Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma SZKyê biryar da ku vê berhema li ber destê we amade bike. "

Berhema "Rêzimana Kurmancî" ji şeş beşan pêk tê: dengnasî, morfolojî, ristesazî, watanasî, rastnivîsîn û xalbendî.

Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku sazîya zimanî ya bilind û biryarder e li Rojavayê Kurdistanê, navenda wê li bajarê Qamişloyê ye û ji 2019an ve mijûlî xebatên zimannasîyê ye.

Pêşgotin

Li rojavayê Kurdistanê ji 12 salan zêdetir e ku zimanê kurdî di qadeka berfireh da tê bikaranîn. Nexasim piştî ku Birêveberîya Xweser ava bû (21.01.2014) û zimanê kurdî bi awayekê fermî hat nasîn, êdî li nav kurdên Rojavayê minhacên perwerdeyê yên hemû qonaxên xwendinê ji nû ve hatin danîn û zimanê kurdî (zaravayê kurmancî) bû zimanê bingehîn ê perwerdeyê. Derveyî qada perwerdeyê, li dezgehên Birêveberîyê yên din jî zimanê kurdî bi awayekê fermî tê xebitandin û îro bi dehan navgînên ragihandinê û weşanxane, bi kurdî karê xwe dikin.

Nemaze di qada perwerdeyê da, bikaranîna kurdîya nivîskî bi vî rengê berfireh ji rojavayê Kurdistanê ra azmûneka nû û awarte bû. Minhacên perwerdeyê li ber wan berhemên rêziman û rastnivîsînê yên berdest hatin danîn û ev pêvajoya nû bi rê ket. Di vê pêvajoyê da, tevî wan pirsgirêkên zimanî yên têrbelav û naskirî, em di perwerdeyê da li gelek pirs û arîşeyên nû jî rast hatin.

Ji bo ku pirsgirêkên heyî çareser bibin û arîşeyên zimanî yên perwerdeyê û qadên dîtir safî bibin, pêdivîya Rojavayê ji her demê bêhtir bi standardên rêziman û rastnivîsînê hebû. Loma Sazîya Zimanê Kurdî (SZK) ku li Rojavayê sazîya zimanî ya bilind û biryarder e, biryar da ku vê berhema li ber destê we, Rêzimana Kurmancî, amade bike.

Ev berhem di hundirê 3 salan da hatîye amadekirin û mijar bi mijar di komîteya zimanî ya SZKyê da hatîye nîqaşkirin. Lê ji sê salên xebatê zêdetir, ev berhema han encama proseseka perwerdeyê ya berfireh e ku 10-12 salan dom kirîye. Lewra di pratîkkirinê da babetên zimanî berfireh hatine hilsengandin, arîşe û xalên nakok yek bi yek hatine destnîşankirin û pêşnûmaya standardkirinê li gor pêdivîyan hatîye danîn.

Di vê berhemê da, hemû babetên heyî tevî beş û binbeşan, li gor pîvan û ferhengên zimannasîyê yên hevdem hatine polandin herwiha dem, rawe û avanîyên zimanî jî li vê gorê hatine kategorîkirin. Ji bo hilbijartina terman, zaravayên kurdî yên din jî hatine liberçavgirtin û ew termên di piranîya zaravayan da rûniştî û likar, hatine hilbijartin. Lewra bicihkirina ferhengeka termên zimannasîyê ya standard û di vî warî da jihevnêzîkkirina zaravayan, armanceka SZKyê ya bingehîn e.

 Sazîya Zimanê Kurdî (SZK)

XELAT