Alê, birayê minî hêja, bijîșkê emekdar 80 salya te pîroz be
Nivîskar: Dr. Eskerê Boyîk
Dewya salên 1960 î despêka 1970 î, li bajarê Yêrêvanê xwendevanên me yên Kurd pirr bûn. Dema nivșê me xwendevaniyê ya here xweș bû… Hevaltîke xêrxwez navbera me da hebû. Bawarkî yên here pirr û aktîv li zankoya Doxtoryê-bijîșktyê da dixwendin. Navê wê Zankoyê li nav êlên me kurmancan Ermenistanê da bilind bû. Xewstina her malbetekê bû zarokeke wan bibe xwendevanê wê zankoyê. Hevalên me yên wê zankoyê gișt, pașwextiyê li Ermenistanê û ji sînorê wê der bûn bijîșk-șexsiyetên eyan. Nav û hevaltiya teva bi hizkirin tim bîra min dane… Alê meyî Ûsiv jî yek ji wan yê herî hizkirî û aktîv bû. Xwezî wan sala… Bijîșkê navdar çend roj pêșda min ra bi têlêfonê axivî, Ne rojên xweye buhurî bîr anî. Got 80 salê wî ye… Bi rastî min bawar nekir. Bawarkî 30 sal bû, me hev ne dîribû. Di nav bîranînên min da, nizanim çima Alê tim gênc mabû…

Foto- Dr. Alê Ûsivê Avas
Birayê hêja, hogirê minî salê xwendevanyê, bijîșkê emekdar Alêê Ûsivê Avas, ez bi dil û can rojbûna te pîroz dikim, tera emirekî dirêj, tundiristîya baș bextewarî, tevî malbet û nefera dixwezim. Nav bîranînê min da çawa gênc mayî wusa jî tim gênc bimînî…
***
Bijîșkê emekdar sala 1944 a, 10 adarê li gundê Elegezê, maleke Kurdekî Ȇzdî , yê êla Elegezê, cwamêrekî navdar, maqûl, bi qedir û qîmet Ûsivê Avas da hatye dinê. Ji pey tamkirina mekteba gund ya navîn ra hema wê salê zankoya Yêrêvanê ya Doxtoryê-bijîșktyê da tê pejirandin. Sala1969 a zankoyê bi serkeftin xilaz dike û dișînin nehîya Sipîtakê, gundê Parnîya Mezin li nexwșxana bi tebyet da wek bijîșkê sereke bixebite. Ji pey çend salan ra, wek bijîșkekî pispor, di warê emelyetê da serkeftî vexwendî nexweșxana nehiya Aparanê dikin, wek (Xîrûrg), wura, bijîșkê xweyî tercûbe wusa jî serokatyê komîsiya sosyal alîkariyê dike.
Sala 1973 a nexweșxana bajarê Sipîtakê da, wek bijîșkîe poz, guh û gewriyê derbazî ser kar dibe.
Sipîtak…Erdheja sala 1988 a, ku nava dîrokê da wek Erdheja Sipîtakê tê bîranîn. Ew kereseta mezin bû sebebê emrê 25 hezar evdî. Jîyana Bijîșkê wî bajarî Alê Ûsiv da jî wêranî çê kir. Keça wî ya delal, 14 salî bû qurban.
Pașwextiyê, bûyarên Ermenistanê ew jî mecbûr kirin malê va berê xwe bide penaberiya Ewropayê, welatê Bêlgiyayê… Ji pey 3 salan ra dîsa vedigere Ermenistanê, ji wur jî derbazî bajarê Moskivayê dibe. Niha bijîșkê navdar, xweyî zanebûn û tercûbe mezin bajarê Moskvayê da kar û jiyana xwe berdewam dike.
***
Xweyê dîrokeke dûr û dirêj e malbeta bijîșkê emekdar Alê Ûsivê Avas. Çawa hemû Ȇzdiyên Serhedê, vê mabetê jî têra xwe zulma komkujiya salên 1915-1920 î, xezeba Roma Reș û fanatîkên olperest dîtibûn, rêyên rev-bezê da qurbanîî dabûn..
Gundê wan Tendûrek bû li qeza Qersê. Gundekî Ȇzdiyan yê tije xweșî û șayî. Mala kalikê gundda malbeteke zengîn, navdar, bi tifaq bû, malnezina qebîla Masaka. Wê demê herem di bin perê Rusa da bû. Herba cihanê ya ewlin dest pê dibe. Dinya li hev dikeve. Rûsyayê da șorișa Oktobirê ser dikeve, welêt da dest bi șerê navxweyî dibe. Leșkerê rûs herêmê dihêlin pașda diçin. Herêm bê parastin dimîne. Êzdîiyê Serhedê jî dikevin ber pêla komkujiyê. Dest bi qir bir, talan dibe. Malbet a wan jî, mecbûr milk malê xwe dihêlin, tevî hêsîrên Ȇzdiyan û Ermeniyan direvin berbi Ermenistanê. Avasê kalkê wî rê da tê kuștin. Zarokê wan wunda dibin. Dayka wî û meta wî ji derdê giran nexweș dikevin wefet dibin. Ûsivê bavê bijîșk, zarokeke 10-11 salî, tev neferê apê xwe Hesen, Ava Reș derbaz dibin tên navça Elegezê gundê Sengerê. Sengerê da mirovên wan Masakiya hebûn. Çûyîn hatina wan berê da hebû. Gundê Sengerê da ji ebûra wan nabe, diravin bajarê Tilbîsê.
Ûsivê rehmetî bi hizkirin, timê mekteba Lazo /Hakob Xazaryan/ bîr tanî û rehma Xwedê wî evdê ermenî ra dixwest.
Wê demê Tilbîs tije mihacirên Êzdî bûbûn: Zarokên sêwî, malbat, evdên ji komkujî û zulma Roma Reş, xelayî û nexweşiyên salên 1915-1920an bi teherekî xilasbûyî hilşiyabûne kolanên wî bajarî. Ew civaka nexwendî, gundî bi carekê va ketibûne nava jiyana bajêr, karên herî reş dikirin, halê aborîyî xirab da dijîtin, hewcê her cûrê alîkariya bûn. Wê dema giran, ji bo zarikên Ȇzdî yên sêwî, bi berpirsyarya APO, Lazo (Hakob Xazaryan) bajêr da dibistana șevê hatibû vekirin. Usivê biçûk jî dikeve wê dibistanê.
Ji pey çend sala xwendinê ra Hesenê apê Ûsiv destguhestî gundê Camûșvana Mezin dibe. Ûsiv jî apê xwera diçe wî gundî. Li ser bingeha 12gundên Ȇzdiyan û çend gundên Ermeniyan, sala 1937 a nehya Elegezê tê avakirin. Navê Camûșvana mezin diguherin dikine Elegez… Nehîyê ra pêwîstiya mirovên xwendî hebûn. Usivê gênc dikeve nava karê kirîn-firotanê, bazirganiyê. Rêvabiryê karê dukanên gundên nehîyê, nav wan da belavkirna eșiya dispêrne wî…
Heta dewya emrê xwe jî, ew mirovê jêhatî, helal, maqûl, herêmê da bi nav-deng, bi serfiryazî di nava wî karî da bû.
Çîroka emrê her malbeteke Ȇzdiyên Sovêtê romaneke nenivîsar e.
10.03.2024
XELAT
