Kitêba Abdurrahman Ada; Gotinên Maqûlên Serhedê

Kitêba Abdurrahman Ada; Gotinên Maqûlên Serhedê

Nivîskar: Nihat Gûltekin

Dema min kitêba nivîskar Abdurrahman Ada xwend bîraninek Prof. Celîlê Celîl kete bîra min. Dema ku heval hogiran Celîlê Celîl teklif dikirin jibo xwarinê, wî timî weha digot: “Ku hûn ji min re nifir, gotinên peşiyan bibêjin, helbet ez ê bi dilê xwe werim.” Kitêba Abdurrahman Ada a bi navê Gotina Meqûlên Serhedê, ne tenê pirtûkek e; ew pencereyek fireh e ber bi bîra devkî ya herama Serhedê ye. Dema ku nivîskar gotinên pêşiyan tîne cem hev, em di heman demê de hewa û têkiliyên civakî yên ku ev gotin tê de çêbûne jî hîs dikin. Şaîr û nivîskarê hêja derbarê kitêba xwe de wiha dibêje:”Min hela hê di zarokatiya axwe de “Gotinên Pêşiyan” di hişê xwe de dinexişandin.

Gelek sal berê min biryar da ew zêr zeberên di nava axaftina mezinan da dirijin ez wana berhev bikim di berhemeke nivîskî da raberî cimeata xwe bikim. Heke min ev di nava salan da berhev nekirana, li ba xwe xwedî nekirana ewê jî tevî mezinên me di nava civakê da biheliyana û mixabin winda bibûyana.” Dema ku nivîskarê hêja dest pê kiribû bi behevkarî û qeydkirina Gotinên Pêşiyan gelek zehmetî kişandiye. Lê di nava demê de heman demê jî bextewar û serbilind bûye ku ev gotin neketiye bin axa sar. Destpekê derdora malbata xwe, axaftinên neferên malbatê qeyd kiriye. Di nava dem û dewranan ji bo xebata xwe guh daye civatê, Gotinên Pêşiyan dagirtiye û yên balkêş nivîsiye.

Herema Serhedê xaçerêyek sînoran, demsalên dijwar û rêyên koçberiyê tê nasînê. Li vir, gotin ne tenê amûrek ragihandinê ye; ew di heman demê de hilgirê hafizayê ye. Ew di heman demê de amûrek nazik a jiyana civakî ye. Xebata rêzdar Ada vê dewlemendiyê tomar û qeyd dike: Pirtûk nîşan dide ka Gotinên Pêşiyan çawa ne tenê bermahiyên rabirdûyê ne, lê îro di têkiliyên civakî, mîzah û berxwedanê, sirgûn û hevgirtinê de ji nû ve têne çêkirin. Bi vî awayî, peyv ji "çarçoveyekê" derdikeve û dibe rastiyek zindî, ango rastiyek ku di nav danûstandinan, henekan û lihevhatinan de dixebite. Gotinên Peşiyan yek, yan çend hevok in ku mirov di gotinên rojanê da, wekî şîret, agahî, qanûn bi kar tîne ku birakiribe mebesta xwe bi ronahî û kurtahî bigihîne.

Kitêba şaîr û nivîskar Ada bi têgihîştineke exlaqî ve hatine hunandin ku hem hafiza devkî û hem jî ruhê wê diparêze. Her peyv ne tenê "gotinek" e; ew dengek, rûyek, cihek, demsalek hildigire. Di vî warî de, kitêba Gotina Meqûlên Serhedê ji bo lêkolîneran û nifşên ciwan çavkaniyek girîng e. Di dawiyê de, ev berhem bangek e ku guh bidin dengê Herêma Serhadê. Ev bang ne ber bi nostaljiyê ve ye, lê ber bi pêşerojê ve ye. Ji ber ku peyv hîn jî zindî ye, diguhere û vediguherîne. Kitêba Abdurrahman Ada deriyek e ku ji van peyvan re vedike; pencereyek e ku bayê Serhat hildigire, xwendevan hişyar dike û vejîne.

Şaîr- nivîskar Ada nivîskarekî du zimanî ye, berhemên xwe du zimana jî dinivîse. Ez gelek şad, bextewar, şanaz û serbilind im xwendina kitêbên kurdî. Niha bi nivîsandina kurdî em bi xeyalek zindî li vir in. Em îro vê yekê dizanin, kes tiştekî nadin me. Tenê em bi xwe dikarin tiştên aîdê xwe bigirin. Divê em tu car bîra nekin dayîka me, welatê me ye. Dayik dikare bimire, lê zimanê dayikê dikare bi dengê law û keçên wê bijî. Ew pêwîst e ku divê em zimanê Kurdî, huner û çanda Kurdî bipêş bixin. Divê em bixebitin û edebiyata Kurdî bînin dereca herî bilind. Ji bo ve em bi pênûsa kurdî israrin.

Dawiya dawî ez îşqa çavên me nivîskar Ada ji bona hewldanên wî pîroz dikim. Ez wê baş dizanim ku dilê wî qasî çiyayê Agirî mezin e. Dil û ramanên min da her û her wek merivekî xêrxwaz, rewşenbîr, xweyê kûltûra bilind û dilê paqij bimîne û dimîne. Tu her xweşbî û bextewar berdewam bikî nivîsandina kitêbên zimane dayîke.

17.08.2025

Stenbol

XELAT