GIRINGIYA ALFABEYA LATÊNÎ JI BO NETEWEYÊ KURD

GIRINGIYA ALFABEYA LATÊNÎ JI BO NETEWEYÊ KURD
Nivîskar: Zeynelabidin Zinar
Îro birderê me Dawud Çîçek peyam ji bo min hinartiye û piştî silavan weha gotiye:
”…Hindek zimanzanên me yên kurd hene dibêjin nivîsa bi kurdî ya tîpên latînî ji nivîsa turkî û tîpên turkî hetiye wergirtin û kurdiya resen bi tîpên erebî bûye…”
Bêguman diyar e ku li dinyayê alfabeyek bi navê ”tîpên turkî” tune. Lê Mistefa Kemalê Makedonî ku wek Bapîrên Tirkan hatiye binavkirin di 1928an de bi yasaya 1353an, alfabeyeke 29tîpî ya Latênî ji bo komara Tirkiyê derxistiye holê. Ew alfabeya ku bi zagonê çêbûye, xelkê Anatoliyayê berepaş biriye.
Bêguman, tarîxa alfabeyan pir kevn e.
Bi hezaran sal berî Îsa Pêxemberî, Neteweyê Kurd alfabeyên cuda bi kar aniye. Deh dewlet û du Împeretoriyên wan, her yekê alfabeyeke cuda bi kar aniye.
Dema Îslam derketiye holê, elîfbêtika erebî, 17 tîp bûne û Qurana pîroz jî bi wan tîpan hatiye nivîsandin. Lê 70 sal piştî Hicretê, Ereban elîfbêtika xwe kirine 28 tîp.
Lê piştî Îslamê, piraniya Kurdan Elîfbêtika erebî bi kar aniye. Çendî ku Medreseya Kurdî elîfbêtika erebî ji xwe bi kar aniye jî, lê pênc tîp lê zêde kirine (p, ç, g, j, v) û bi 33 tîpan hezar sal ji xwe re bi kar aniye.
Alfabeya Latênî di Sedsala Heftan de ji Alfabeya Grekiyan hatiye wergirtin û ji aliyê piraniya neteweyên ji nijada Arî ve hatiye bikaranîn.
Ji ber ku Neteweyê Kurd jî beşek ji nijada Arî ye, sal 1914 gorbihişt Xelîl Xeyalî Alfabeya Latênî ji bo Kurdan amade kiriye. Lê mixabin mercên dinyayê destûr nedaye ku ew alfabe têkeve jiyanê.
Di 1928an de Alfabeya Latênî ji aliyê Ereb Şemo û Îshaq Marogulovî ve, ji bo Neteweyê Kurd û bi destûra Yekîtiya Sovyetê hatiye amadekirin û pirtûkek pê çap kirine.
Sal 1930, Alfabeya Latênî ji aliyê gelek rewşenbîrên ji Malbata Bedirxaniyan ve hatiye bikaraîn û gelek pirtûk, kovar û belavok pê hatine weşandin.
Bêguman ew kesên ku dibêjin ”… kurdiya resen bi tîpên erebî bûye…” ew turkmancî ne û naxwazin Neteweyê Kurd bigîje sawiya 40 dewletên pismamên xwe yên ku îro teknîkeke nûjen di destên wan de ye.
Dîsa bêguman meriv çi alfabe bi kar bîne, meriv dinyayê di wê pencereyê de dibîne!
Eger Kurd Elîfbêtika Erebî bi kar bînin, wê fonetîka kurdî wenda bikin û bi taybetî wê peyvên xwe ku bi tîpa ”p, ç, g, j, v”yê ku dest pê dikin weknda bikin. Herweha Kurd wê ji konên reş ên erebî û ji huştura wan jî derbas nebin.
Lê eger hemû beşên Kurdistanê di warê Alfabeya Latênî de bibin yeksan, hingê wê pir zû bigîjin teknîka nûjen a pismamên xwe yên Arî.
07/ 10/n2023. 02:07
XELAT