Keça biçûk û darikên kirgûtî

Keça biçûk û darikên kirgûtî

Nivîskar: H. C. Andersen

Wergerandin Ji Danîmarkî: Ezîzê Gerdenzerî

Wisa sar bû wisa sar bû qet nayê gotinê. Berf dibarî. Êvar dest pê dibû. Êvara reş û tarî. Êvara wê salê ya paşin bû; sibetirê cejina sersalê.

Wê êvara sar û tarî, keçeke biçûk û feqîr, keçeke pêxas û serqot, li kûçe û kolanan da diçû. Erê, gava ew ji mal derketibû, helbet cotek şimik di lingan da hebûn, lê xêra wan qet tunebû. Wê paşwextiyê, dayikya wê, ew şimik li ser lingên xwe va dikir. Ewan pir fireh bibûn, lema jî ewan di lingên wê da neman; gava ew bi ecele xwest derbazî wî berî kolanê bibe û du erebe jî bi lezgîn li ber wê ra derbaz bûn. Şimikek winda bû, lê ya din jî lawekî dît, hilda û revî. Wî got, ku ew şimik, wek landik, ew ê bide xebatê, gava zarok jê ra çêbin.

Niha keça feqîr, pê lingên rût û tazî, di kûçe û kalanan da digeriya. Lingên wê yên biçûk, bi dest sermê, sor û şîn bibûn. Di berîka şalika kevn da, pir darikên serê wan kirgûtkirî hebûn, baqek ji wan darikan jî, li kefa destê wê da bû. Di berbanga sibê da heta tariya şevê, tu evd û însanekî ji wê darikek çi ye, darikek jî nekirîbû, qet na skillingek jî tu kesî nekiribû destê wê. Birçî, qefilî ew diçû, stûxwarî û perîşaniya wê feqîrê, li ser dêmûçavên wê dihat xwendinê.

Kuliyên berfê diketin li nav porên wê. Porên dirêj û qîçik, dibûn kurîşkên bedew û li dor stukura wê rûdiniştin. Lê keça biçûk di derbarê vê rewşê da nedifikirî.

Ji hemî penceran ronahî dirijiya û bêhna qazên qelandî ketibû kûçe û kolanan. Belê, şev, şeva sersalê bû. Erê, di derbarê vê yekê da jî ew difikirî.

Li ser kolanekê du avahî li rex hevdu bûn. Niçê avahîkî, niçê ya din dirêjtir bû. Kuncekî talde, li navbera herdu avahiyan da, çêbibû. Keça biçûk di wî kuncî da rûnişt. Wê herdu lingên xwe qat kir, kir li bin xwe û cî da xwe kire girê. Lê na, ew berê zehftir dicemidî. Ew ditirsiya here mal. Ne wê qet darikek jî nefirotibû û qet skillingek jî qazanc nekiribû. Bivê nevê, bi destî bavê xwe, ew ê kutan bixwara. Wisa jî di mala wan da sar bû. Mala wan koxekî li ser ban bû. Çar çarnikal qulên mezin hebûn. Sap û cilikên di qulan da dewisandî, nikaribûn rê ji pêşiya vizzîniya bayê sar bigirin. Destên keçikê yên biçûk qefilî bûn, ruh li tiliyan da nemabûn. Ax, niha agirê darikekî kirgûtkirî wê kêrhatî bûya. Helbet heger ew wêrek bûya, hema darikek ji baqa destê xwe derxista, li dîwêr va bixişikanda û tiliyên xwe germ bikira. Wê darikek kaş kir, derxist, dîwêr va xişikand, bû pirtepirta kirgûtê û agir darik ket. Peh, çi birqvedan, çi agirekî geş!  Alava agir wisa zelal bû, germeke wisa şirîn dida, qey bêjî herdu destên wê feqîrê, li dor findeke biçûk bûn. Finda ecêb. Qey bêjî, ew li pêşberî sobeke hesinî û mezin rûniştî bû. Soba pê neqişên borî û topên ji sifira zer, yên biçûk û biriqok, xemilandî. Wisa geş agir dişuxulî, germeke wisa şirîn bû; kerem bû, kerema Xwedê. Ax, gelo ev çi bû? Keçika feqîr lingên xwe dirêj kir, ku li ber agir wan germ bike. Lê agir êdî vêsiyayî bû. Sobe beta vebû, winda bû. Li kefa destê wê da qotê darikê şewitî mabû.

Serê darikekî din li dîwêr va hate xişikandin. Darik vêket. Darik ronahî da. Şewqa agir kete li ser dîwarê pêşber. Şewqa agir berebere zelal bû, bû wek perdeke pir tenik. Li pişt wê perdê, odeke mezin, hat li ber çavên keça feqîr. Li wê odê da, sifreke çîlqerqaşî, li ser maseyê hatibû raxistin. Li ser sifrê derdanên ferfûrî yên rindik bûn. Hilmeke bînxweş ji qaza qelandî, ya li ser siniyê, dikişiya. Zikê qaza sorkirî pê şilorên reş û sêvan hatibû dagirtin. Lê tiştê here balkêş li vir ew bû, ku qaza qelandî, qaza kêr û çengel di piştê da gutkirî, ji siniyê derket, bazda erdê, lepên xwe fireh vekir, qorikên xwe hejan û berbi keça feqîr çû. Hema wê demê agir temirî, li pêşberî wê tik û tenê dîwarê sar û stûr ma.

Keça biçûk darikekî teze vêxist. Niha jî ew li bin dara merxê, dara ji bo cejna sersalê xe-milandî da bû. Ev dar, ji dara sala par, mezintir û bedewtir bû; wê dara sala par li mala dikandarekî dewlemend û pişt derê şûsekirî dîtibû. Li ser çiqilên merxa hêşîn, pir findên vêxistî bûn. Wêne û şikilên rengrengî, pê kîjanan pencerên dikanan dihatin xemilandin, li ser darê bûn û wê dinihêrîn. Keça biçûk herdu destên xwe berbi wan bir... Di wê demê darik vêsiya. Findên sersalê berê xwe dan jor, qoloz bûn, dûr dûr çûn û li rû asîmanê sahî, bûn stêrkên geş. Ji wan stêrkan yek ket û li pişt xwe xeta agirî hîşt.

”Niha yek mir”. Keça feqîr fikirî. Pîrika wê, kîjan niha mirî bû û ew bi tenê wê hez dikir, jê ra gotibû: gava stêrkek dirije, hingê ruh ji bedena însanekî derdikeve û hildikişe jor, li cem Xwedê.

Keça biçûk cardin serê darikekî yê kirgûtkirî li dîwêr va xişikan. Derûdor bû ronahî. Û çi? Pîrika wê, wisa zelal, wisa nûranî, li pêşberî wê sekinî û bi çavekî xêr û dilekî rehm wê dinihêrî.

- Pîrê, pîrika min, - bû qîrîniya keçikê. - Ax, de tu, min li tev xwe bibe! Ez zanim, gava agirê darik bitemire, tu jî wek soba germ, mîna qaza qelandî, nolî dara merxê ya xemilandî, li ber çavên min beta vebî, windabî.

Û wê bi lezgîn, serê hemî darikên di destê xwe da, li ser dîwêr va xişikand, vêxist. Bi vî awayî wê dixwest pîrika xwe li cem xwe bihêle. Darikên kirgûtkirî wisa geş û gur dişuxulîn, wisa çavên wê kor dikirin, qey bêjî roj li nava rojê ronahîtir bû. Pîrka wê, di jîyana xwe da, tu car ne ew-qasî bedew bû û ne jî ewqasî mezin bû, çiqasî niha. Wê torina xwe hembêz kir, da li ber dilê xwe. Wan bi qoşeke xweş, li nav nûra geş da, quloz bûn, firîn jor, ewqasî jor, li ku sur û seqem tunebû, birçîbûn tunebû, tirs tunebû. Ewan li cem Xwedê bûn.

Sibetirê di berbanga sibê da, di kuncê du avahiyan da, xelkê keça feqîr dît. Hinarên sûretên wê sor bûn, ken jî li ser lêvan qerimî bû. Ew mirî bû, hema şeva dawîn ya sala kevn, bedena wê surê biribû. Berbanga sala teze, li ser cinazeyê keça feqîr û darikên kirgûtkirî yên di destên wê da, safî bû. Wê baqe darik şewitandibû. Xelkê digot, ku wê xwestibû pê wan darikan, xwe germ bike. Lê tu kesî nizanbû, çi tiştên spehî û bedew, wê pêşiya mirinê dîtibû û bi çi awayî li nav ronahiya çiqas geş da, ew û pîrika wê, lingên xwe di şêmîka sala teze da, kiribûn xwarê.

 

XELAT