Impiratoriya Horî-Mîtanî 1550-1200 b.z

Impiratoriya Horî-Mîtanî 1550-1200 b.z

Lêkoler û Dîrokzan: Biradostê MÎTANΠ                 

Paytexta wan bajarê Waşokanî bû li rex bajarê Serê kaniyê bû.xwe gihandin van deveran: Amedê,Heleb, çiyayê Gewre –Amanosê- ,Derya sipî ,çiyayê Zagros û Êlemê ser kendava LOR, HORÎMÎTANÎ- ketne şerên giran de bi Ferûnên Misrê re , mîna Hetşepsût , Tihotimsê sêyemîn û Eminhotibê diwemîn wan berevanî kirin di ber Sûrî de, bi saya hevbendiya Qadiş (Tilmendo li Kêleka Himsê ye) ya ava kirin ji van mîreşînên SÛRÎ:MÎTAN,OXARÊT,AMORO,TONÎB,NIYA,NÛXXŞÎ û QADIŞ .Ferûniyan 17 hilmetên leşkerî anîn şerên Mîtaniyan, wan beşê Başûr ê sûrî dagir kirin lê nikarîbûn xaka ROJAVA ya di bin destê Mîtaniyan de dagirbikin .

 belgeyên Misrî ên dîrokî diyar dikin ku Tihotimisê sêyemîn digot min hemû welat û Sûrî kiriye bin destê xwe de, lê ew padîşahê Mîtanî ewê serserî di riwê min de radiweste û nahêle ez bighim bakurî çemê Feratê ,lê ferûnan piştre  têkilyên aştyian e bi wan re pêkanîn , dema keçên wan ji xwe re anîn , mîna Nefertît Gilo xîba )bû hevjîna Eminhotibê çaremîn (EXNATON) û berya wê  MATMAYA bû hevjîna Tihotimsê çaremîn .

HORÎ-MÎTANΠ diketne şeran de bi Aşûriyan re û bi ser ketin ji 1550 -1250 Aşûrî man di bin destên wan de, lê rêveberya xwe ya xweser dimeşandin yanî mafê otonomî û şerên wan bi Hîtiyan  re jî, dema ku di nêzîkî 1250 de hîtî bi ser ketin dijî wan ji sedema nakûkiyên navxweyî di neqeba malbatên desthilatdar de, ji layê Toşrata û Artatama ve ,Hîtî bi ser ketin û piştgirya MATÎWAZA kirin û keça xwe danê û bû leystik di destên wan de ta ku ew bûn xwediyê desthilatdariyê û bi demê re dewlet dagir kirin .

Padîşahên HORÎMÎTANÎ:

KÎRTA yê yekem  ,kurê wî ŞOTARNA yê yekemîn,PARTARNA KÎRTA ,HARSA ŞATAR ê ku di riwê hilmetên TUHOTMISê siyemîn de radiwestiya û wilo jî serkeftinên balkêş dijî AŞÛRIYAN pêkanî û xaka ku li ser zimanê HORÎ hebe rizgar kir,ARTATAMA yê yekemîn,ev bi diblomasiya xwe navdar bû , nexasim bi MISRIYAN re , ŞOTARINA yê diwemîn , ew bavê NEFERTÎTÎ ye û dostê EMINHOTIBÊ çaremîn bû,ARTAŞIWARA (ARIŞTOMARA) hate kuştin ser destê  ATOXÎ yê serkirdeyek bû ew dervî malbata padîşahiyê bû , TOŞRATA yê ku ew nerewatiya ATOXÎ serereast kir bi darvekirina wan ,ARTATAMAyê diwemîn , vî hevaltî dijî niştimanperweriyê bi HÎTIYAN re girê da, ŞOTARINA yê siyemîn , bavê wî ARTATAMAyê diwemîn ew li dewsa xwe danî,, MATÎWAZA , yê bû zavayê HÎTIYAN û leystik di destên wan de û impiratorî qelis û lewaz kir ,piştre padîşahin hatin dewletê bê rol û ristekirin bûn û keda wan nebalkîşe , ew evin : ŞATWARA yê yekemîn , WAZAŞTA , ŞATWARA yê diwemîn.

Di desthilatdariya MÎTANIYAN  de navine padîşahan tê dîtin weke ALTA TÎŞOP û padîşah DAVA ZÊR le lêkolînvan dibêjin dibe ku ew paşnavên henek ji wan padîşahên borî ne.

Ji nêzîkî 1200 b.z ta hatina MÎDIYAN li bakurê SÛRÎ , çirxê (7) b.z , HORÎ li ser xaka xwe man , û miletên derdor û ta bi HÎTIYÊN ku welatê wan dagirkirin , ketine bin bandora wan a OLÎ û ÇANDÎ bi taybet ZIMAN û wilo bi kaltiyan  (Ararato) û MÎDIYAN re jî .

 

XELAT