HELBEST Û HELWEST
Helbestvan: Baqî Berûkî
Bi navê xwe helbest im
Fikr û raman û hest im
Gazinde û mebest im
Raperîn û helwest im
Helwest û raperîn im
Feryad im û qêrîn im
Hevokan li hev tîn im
Rist û bend û çarîn im
Çarîn û bend û rist im
Bi wezin û serbest im
Kelecan û sermest im
Qet natirsim nawest im
Min nîne tirs û westan
Fikar nakim j'serdestan
Xweş li hev tînim hestan
Ez im çîrok û destan
Destan im û çîrok im
Kevnar im û dîrok im
Pirr ziman û devok im
Geh mezin geh zarok im
Nazik im wek zarokan
Nazedar im wek bûkan
Lê nakevim l'ser çokan
Li ber Mîr û milûkan
Ez im Mîrê civatê
Xwedî qedr û hurmetê
Ger b'min bikin xebatê
Dê bidim we xelatê
Xelat im bo te Baqî
Ger bo min tu miştaqî
Xweş mirovek b'exlaqî
Wekî stêrka şefaqî.
22/10/2025~Sêrt.
Xelat
