Bi vê sozê?
Helbestvan: Hasan Kordede
Ji wê dozê
Bi vê sozê
Bilind pozê
Heyranim ez!
Meger piştim
Heger kuştim
Te biriştim
Girtim bi lez?
Bi wan fena
Ji wan kena
Nekir guna
Dil girtî bez?
Hene kenok
Berê çivok
Kirin pîvok
Da min merez?
Me got nabê
Qamet rabê
Dil şa nabê
Xarin ji rez?
Xwarin dimis
Gotin tu hus
Dan ser min tirs
Şahê gewez?
Şahê bê bav
Em bû kulav
Nedan silav
Got:ez û ez!
Ez ezî yê
Lê xwezî yê
Bi gazî yê
Çûn wekî pez!
Bûne wêran
Ketin j'sêran
Ji refê mêran
Jan û tevez?
Jana kûre
Rêka dûre
Çi qisûre
Tilî kir gez!!
Bê watene
Çi lomene
Ez û tene
Rewşa bi bez?
Bezîm pêda
Westî rêda
Got xwedê da
Hev nekir hez?
04/01/2024-Serzorî