SORGULA MİN
Helbest: M. Emin Aslan
Hebûna te bax û bostan e
Rewşa kenê li lêva dikan e
Gulzar bi te şanaz û can e
Sipîtaya didana ècê fîlan e
Xal û xet suruşta cîhan e
Bîhna gulanga jîn û jîyan e
Hebûna te bê şik derman e
Ger tu nebî gulzar wêran e
Jana bilbil çi zor giran e
Mêlaka ar û pêtî hildan e
Li jîyanê her roj ferman e
Jîyana bê te bo çi wêran e
Li gulîstanê carek xûyake
Dilê bilbilan bi dînê şake
Bîhna gulavê li biska belake
Neqebê ji sûret carek tu rake
Li derketina rojê tu tarî çêke
Tu xal û xetan xunavê lêke
Sor û zeran neqşê dorêke
Tu mîhrîmayî navê xwe lêke
Senem tuyî bo tu bê dengî
Çiqas şepalî tu şox û şengî
Can û dil tûyî ji bihiştê rengî
Azadîya dilî çak û çelengî
XELAT