Ho Beriya Mêrdînê..!

Ho Beriya Mêrdînê..!

Nivîskar: Konê Reş

 

Ho Beriya Mêrdînê..!

Beriya ku berî di beriyê de..!

Hêlîna xezal û karên ku berê di beyarên wê de..

Xweşika bi rengê Rokê xemilandî..

Heyva bi stêrkên di asmanê wê neqişandî.

Xwediya sinbilên genimzerî,

wek pêlên deryayê ku havînan di sir hev re dixilin..

Ji Çiyayên Bakur ve germek zor te bi ser xwe ve dikşîne..

Ji deştên Başûr ve sermak bi toz konê xwe di ser te re vedigire..

Her ku nêzîkî hev û xeta trênê dibin,

 tu di nav wan de tê guvaştin û xelkên te bêtir li kesayetiya xwe digerin..

li jiyanek Kurmancî digerin ku,

bi azadî û aramî jiyana xwe derbas bikin..

Erê bi Kurmancî derbas bikin..

 

XELAT