XUDANÊ MIN
Helbest: Karîna Osêyan
XUDANÊ MIN.
Çiqas bêjim Tu şêrîn î
Dîsa peyvên min kêmin
Di nav dil de Tu zindî yî
Pesnê Te her dibêjim
Nêrgiz sorgul û yasemin
Bişkivîn bi huba Te
Bîn û rengê wan girtiye
Bilbil di nav jiyan dîtiye
Bihar, havîna Te hatiye
Xwezayê bi nexş xemilîye
Bilûr ji bo Te lêdixe
Sazbend stran dibêje
Hêstir dibarîn hûr- hûr
Ji şabûna eşqa Te
Lê ez jî rebene Te
Xewê kûr da mame
Min hişiyar bike bi evînî
Nehêle ez winda bibim
Bila ruhê min Te bibîne
Şa bibe û bifir e
Bê Te çavên min şil dibin
Dil jî nexweş dikeve
Bê Te hêsîr û melûlim
Reya xwe şaş dibînim
Ro bi ro ez dimeşim
Rojek reş e rojek xweş
Tenê ez tiştekî dixwezim
Xana Te de bimeşîm.
23/05/2022 Fransa
XELAT