Gelo kurd be?
Helbestvan: Bêçarê Kurd
Gelo hiş be
Ne ku kiş be
Tev bi hevre
Ne wek qiş be
Gelo baye
Wek tofane
Daye ber xwe
Zor girane
Tev ser û ber
Diçin yek ser
Gewr û nazan
Heman dîlber
Ger tu rastbî
An tu çep bî
An sîxur bî
Dest û lep bî
Agrê tofan
Daye ber xwe
Ger çi kurd be
Tavê ser xwe
Bes xwe kenî
Tu rebenî
Wek bê fenî
Diçe binî
Çi fût û fen
Tenha reben
Xwe nabînî
Bi dav û ken
Xapan din tev
Giş weka hev
Şêx û mirûd
Tev bi darkev
Ta nebî kurd
Bimrî bi derd
Nebî comerd
Tu xudî erd
Mirin çî ye
Bindestî ye
Her gav û dem
Fetisî ye
Kanî ziman
Ewe îman
Xelat hewe
Ji ba xudan
Ger pêş bixî
Xwe'b rê bixî
Dijmin ji war
Zû'b der bixî
Dijmin lewaz
Ewe tolaz
B'zimanê xwe
Mafke daxaz
Wî'j te tirsî
Dimismisî
Kore mare
Dihelisî
12/08/2024-Serzorî
----------------------------------------------
Bese ken?
Bû hezar û çarsed sal
We perçiqand nûn û dal
Dest bi şûrin tev mertal
Wek pez dangî dikir mal
We bizandin hûr û gir
Merovantî j'dest we mir
Bernav tirsa bû kevir
Bûne dijmin am û xal
Dijber kirin bav û kur
We'l pez çêrand hirç û gur
Yek bû tefşo yek bivir
Bi me reş kir mah û sal
Li me reş bû jîna xweş
Ziman bi me kir nexweş
Em heban din wekî terş
Şêrîn nebû jîna tal
Got bihuşt û horî ya
Bi ser minda girî ya
Zimanê erebî ya
Firs û tirke bûn heval
Dera ku hebî lê tirs
Weku lê nan û dimis
Em xew kirin bê vehis
Kurdistan bû kore mal
09/08/2024-Serzorî
XELAT