BO MIN KENYA

BO MIN KENYA

BO MIN KENYA

Helbestvan: Seyrana Celal

 

Dijyam bê eşq sal û zeman,

Roj dimeşyan di nav dûman,

Dil wargeha kul û xeman,

Defin bibû hêvî, guman.

 

Ez zindîyek weke mirya,

Bê deng ruhêm kerr digirya,

Li ber dexma jîn diqîrya,

Dermana êş ew digerya.

 

Emrê genc girt axirzeman,

Hêsir kişyan mîna çeman,

Ji dest firî şewqa teman,

Ken, laqirdî min ra neman.

 

Wek kesûkek hejar sêwî,

Pêlê vîn da bûme rêwî,

Min peyde kir dilê cêwî,

Tehm kir movet ji barê wî.

 

Lê nişkêva pir bê payîn,

Bo min kenya yazya xayîn,

Got:- Bijî tu emrê mayîn,

Nav qirarê huba ayîn.

 

Va derbase çendik sale,

Dil him şade him dikale,

Rûyê wê tim ber Şimale,

Bû maşoqa kaw, kemale.

 

Bo min kenya xweşik ev jîn,

Da dîyarî tovê nexşîn.

 

#Seyran

28.08.2025s.

Îro ji bo min rojek taybete, li min pîroz be

XELAT