XEYALÊN RESWA- LEYLA REŞO

XEYALÊN RESWA- LEYLA REŞO
Helbestvan: LEYLA REŞO
Tîn û germaya dilê te
Cerg û hinava dibrêje
Eyam gerya li min bû toz
Kalaman ser te nabêje
Şevên çile ji ber êşê
Dida min paçê serêşê
Qenewîçê balgeha min
Belek bûye ji ahkêşê
Jîn û jiyana bê yî te
Buhişta bê dar û zevî
Ew cîhana ji bilî te
Bila ji min ew dûrkevî
Heta sibê ger ban bikim
Omîda min naçe serî
Ma ta kengî ezê banikim
Ji bîr dikim tu yê mirî
16/8/2023
Xelat