EWLEDA EZDAYÎ

EWLEDA EZDAYÎ

Helbestvan: Siltana Memê

 

 

Gelek dûrim ji wê kanya dilan,

Ku diwelide her bahar gulan,

Xemla Sor-Sipî, gulave bêhnxweş,

Bi reng Êzdîxan, pîroze dîlan.

Ji çûriska Nûr, mêze kir tima,

Ax dihelim ez, bûme wek şima,

Huba merd hewas, têr-tijî berxweş,

Wê hemêzê da, gulim ez çima?

Axîn min kûr wek, gelyê Şengale,

Evîn agire, hestî bê hale,

Siltanê vehûn, bê car û nexweş,

Bi deng Adebî sewd galegale.

Dilê naz xweza, werger û demsal,

Bi xêz û boyax, neqişand wê sal,

Bandora gulgeş, firnaxim kêfxweş,

Min ji xwe ra bir, warê Bav û Kal.

Şengal dîroke, beyt rêz bi rêze,

Lênûsk kevnare bi hewil hêze,

Hey xwendevano,  bilbilê serxweş,

Bixwîne aza, maf biparêze.

Him dihûrikim, him diherikim,

Vê kêş û meşê, belkî sebrekim,

Qelema min qenc, bisêwrîne xweş,

Ji Nûra Ezday, ez ewledekim.

13.07.2025s.

XELAT