Em bi hev na êşin?
Helbestvan: Hasan Kordede

Gutinên çewt li ser hev nekin
Mal zaroka dîya xwe vekin
Hêvanê xwe hûn baş meyzekin
Hîngê xwe bi lotika çekin?
Ger hêvanê min û te yek be
Meyandî be ji yek ilbuk be
Wê navê me herduyan kek be
Emê xwe di ber gora hevkin!
Gotnên dikin dijmin wê nake
Wê çaxê hêvan neyî pake
Wê çawa tu tola min rake
Halet werîn min û te d'ber kin?
Meriv namrin bi topê dijmin
Gotna bira zûka dikujin
Bese da em hev hilbijêrin
Bila neyar xwe li me nekin?
Ma ta kengê bijîn koletî
Ku çi qewimî tu ber neketî
Carek tenha bi ser neketî
Her nexweşî di serê mekin?
Hevre dijber bin wek neyara
Dijmin bikin li me her kara
Ziman va çû man wek bêzara
Heyfe ku em yek dê-bavekin
17/01/2024-Serzorî
***********
Ez û te?
Li hev kirin li ser pişta min
Talan kirin bihuşta min
Ên wêran bû yî ez û te
Pûç kirin wan nivîşta min
Ger ku em dest nedin hev
Wêran bibin ez û tu tev
Ji bandora wan zû derkev
Kesek nîne li pişta min
Welat birin bi talanê
Gel pişifî hat amanê
Keko de were dîlanê
Raweste li tenişta min
Ez û te li pişt me xweda
Ku me dest û dil di hev da
Bi yek dengî doze hilda
Serxwebûn ew lê nişta min
Te got ez û min got na ez
Gur me bixun da weka pez
Her em bijîn wer bi merez
Kes guh nadê vê xişta min
Yê derd dikêşe ew emin
Gurê me tirk û ecemin
Yek rêzî çare-melhemin
Eve rastî kenişta min
17/1/2024-Serzorî
*****
Bi hiş be?
Ne bi karî pire
Ne bi tir û vire
Doz bi arî gurre
Hêvan ji xwe sirre
Nebêje va min kir
Bêje kê kirme pir
Ew dide rizqê gur
Lo te çi gire gire
Ew didê û dibê
Ji ber wê bû xwedê
Her kes mirad didê
Ne tu ne ez virre
Dibînê dişînê
Zivistan havînê
Ji av dikê xwînê
Hindik dikê pire
Ne radkeve paye
Qey gur naxwe kaye
Dinya da belaye
Wekî şabûnk qire
Çi bikî bibînî
Dîrok b'xwe bixwînî
Nabe derewînî
Ev hikmet û sirre
Hikmeta gîyane
Xudî yê vîyane
Wek can dêdîyane
Lo ya te tir tire
Hew dibînê dikê
Karê şaş tew nakê
Rêk li me di rastkê
Em dikin ir ire
Giyan tev wek hevin
Giş ziman û devin
Cudahî jê evin
Hiş da tu bikire!!
Bi hiş be ne kiş be
Nejî dewê tirş be
Ne bi qal û qirş be
Wê ti zû vegere?
18/01/2024-Serzorî
XELAT
