KEÇA DÎN
Helbest: Ayhan Demir
Sing û ber wek zozan e
Rewşa bûk û qîzan e
Ez ber bûme xizane
Derdê dil a nizan e
Hinek dibên tiştîr e
Dibêjin qîza mîr e
Bê xem û bê tivdîr e
Gura ra bû nêçîr e
Nebû dildara jîr e
Xezale ke rindik e
Ya rebî wek eynik e
Çol û besta dibiriqe
Bi qotik bi bendik e
Bi gohar û gupik e
Bi xizêm û şirik e
Tu dibê teberik e
Nav dilêm diherike
Mîna çerez dendik e
Terezê min ra rike
Kes nizane çi dike
Xelqe ra gelek baş e
Xeberdana xwe xweş e
Rengê wê ya qerqaş e
Dêrê çît û qumaş e
Kembera ber bi qaş e
Çavên belek beraş e
Hêdî hêdî dimeşe
Gul û nûr jê diwaşe
Ez lê dikim temaşe
Ew qet nake talaşe
Dan dike qelaxa gund
Keça dîn e bejn bilind
Çiqas lêdxim çepikan
Min dide ber tepikan
11.06.2024/ Rheinfels
XELAT
