Memkên Nofa

Memkên Nofa

Nivîskar: Taha Xelîl

Xidirkê Omerî nexweş ket, rabû kir qîr û hewar û got: "Ev Amûdê bi dikana lêlê lêlê wey Nofa... Nisêbînê Qaymqama, Enqere textê Sultana lêlê lêlê wey Nofa...

Ez nexweşim bawî mi, Emrê Xidir sih sala, çavên min li yeke ciwana, lêlê lêlê lê Nofa geriyam li Qestexana, derman û Melhem tune, çûm Bajarê Stenbolê, jêr digo zeit û bi rûn beqalek li wêde hebû, pazde Derzî li min dana, go Xidirkê Omerî êşa te pir girana, ez daketim Qamişlo, jêr digo Textor Nafiz, textorkî pir yemana, gava fîlmê min girt, go Xidirko Feqîro barê jinan li te ketî, êşa te pir zehmete, derdê te pir girana, çûm welatê Serhedan, jêr digo Mele Ehmed, melakî misilmana, bi derdê dila zana, min go mele hewara, ketim bextê Ocaxê: bêj dermanê min çi ye? Go Xidirkê Omerî duh vî çaxî çûm camiyê, mi li kitêbê meyze kir, tiştê kitêb dibêjê ew kelîma xwedana: Memkê Nofa Dermana... lêlê lêlê lê Nofa…"

Ev hewar û qîrîna dengbêjê me yê hêja Xidirkê Omerî bû. Piştre birayê wî Hisênkê Omerî jî bi vê nexweşiyê ket û dikir qîr û hewar li govend û dawetan.Û xelkê xwe li erdê dixist û kurmancî direqisîn û kesî ji Nofa re ne digot: Tu bi qedrê xwedê kê, ka binêre bê ev her du bira çi bi serên wan hatiye?

Xidirko û Hisênê Omerî bêguman her du birayê hev in. Ev zêdetirî ji çil salî metodek ji muzîkê re lêkirin û bilind kirin û bi sedan dengbêj û stranbêjên kurd ên gelêrî bi dû wan de ev metod û stran dianîn ziman û kêf û şahiya gelê xwe digihandin serî.

Di stranên me yên gelêrî de gelek ji vê stîlê derbas dibe û heta îro tu kesî li ser wan bi rengekî kûr û hêja ne sekinî ye. Ji ber pirsek tê kirin li vir: Dema ku em li civata kurdî dinêrin em dibînin ku heta niha gelek tabû û sînorên moralî tê de hene, lê di heman demê de em dibînin ku bi dehan salan dengbêjên me tabûya erotîkê hilandine û sînorên wê li paş xwe hiştine. Gotinên wekî: Memik, dev, lêv, doxîn, zik... û hwd. bêyî sansûra civakî an jî ya olî gotine. Dema mele dibêje ji Xidirko re: "Ku Quran (Kitêb) dibêje: Memikê Nofa derman in" ev dide xuyanîkirin ku bê civaka kurd çiqasî bi sîngeke fireh û tolerans li wêjekar û hunermendên xwe dimeyizîne. Lê tevlî wisa jî mixabin ev civak, gelek caran van hunermend û wêjekaran diavêje pişt xwe û wan ji bîr dike. Dema ku êdî nikaribin ji wan re govend û şevan li dar bixin (wekî mînak ez bi bîr dixim bê di çi halî de du hunermendên me yên mezin ji nav me bar kirin yekem Eyşa Şan û ya duyem Mehemed Şêxo)

Ev çend meh in, ku ez gelekî nexweş dikevim, ez çûm şamê û Helebê. Jixwe min textorek li Qamişlê nehişt û hîn jî ez xweş rehet nebûme. Ez dibêjim xwedê zanê ku ez jî hinekî bawî bûme û êşên min pir giran in. Û difikirim ku ez jî piştî cejna Qurbanê derkevim welatê Serhedan cem mele Ehmed, belkî dermanekî ji min re jî bibîne, hûn çi dibêjin gelî xwendevanan?.. 

XELAT