ÇARÎN....
Helbest: Baqîyê Berûkî
Bayê sibhê bi Xwedê kî zû here
Nameya min bibe ji dilberê re
Bi rêz û ihram tu bêje ji wê re
"Baqî" ser û mal qurban e ji te re.
************************
Şûşeyek ava zemzem û heyatê
Li ser nîyeta nedir û zekatê
Min vexwar ji destê wê malmîratê
Dil ji min çû ta roja qîyametê.
****************************
Dil wextê carekî bû birîn
Bibe tijî êş û zax û xwîn
Kes nikare ewî bikewîn
Dilê birîndar cebar nabe.
Dilê hat sohtin ji gotinan
Hewce nake tîrê dijminan
Ew şa nabe gul û sosinan
Ew dilê sohtî cebar nabe.
****************************
Vê siharê min dî dilbera şebab
Bi awirên çava li min kir xitab
Avêt e sîneyê min cohtek nişab
Dinya li min bû wek leylan û serab.
*****************************
Min dî wa ji wê ve tê û dikenê
Xemze diyarin l'ser dêm û erzenê
Min xwest herim tewafa binçenê
Devê min negihişt çala gerdenê.
********************************
Vê sibhê min dît dilberek
Awir da ji çavên belek
Axîna dilêm çû felek
Min got: Horî hûn bên melek.
****************************
Eger ev dewrana dinê wiha bê
Ez dibêm wê nêzde qîyamet rabê
Kesên qenc û mazlum bin wê xilas bê
Wê li serê zaliman de xirabê.
************************
Li bendê mam çil û salek
Ez ciwan bûm niha kalek
Min nema taqet mecalek
Ne dilber hat ne eşkalek.
*************************
Ji bircê hate der zuhrerenga dilruba
Eql û hiş nema li pîr û ciwan û teba
Serxweş û mest im ji keyf û şahî û hûba
Xwezî "Baqî" xizmetkarê l'ber darê wê ba.
Baqîyê Berûkî. Sêrt.
XELAT