Ji Suphîye Bulut Sê Helbest
Helbestvan: Suphîye Bulut
NE NERM BIN
Ey gelê kurd
Li hemberî dagirkerên warê xwe
Ne hestiyar û dilnerm bin
Bila bibe kevir ji wan re dilê we
Li erdê xin lingên xwe
Ji wan re kilkin tiliyên xwe
Qet rû nedin wan
Bidin wan awirên tûj
Bila bijîn bi tirsa we
Ji bona herin ji ser axa we
Zimanê wan derxin ji devê xwe
Biaxivin bi zimanê xwe
Nedin wan qedir û qîmetê
Nekin karên wan
Dest bidin hev netewî û evînî
Şer bikin bo azdiya welatê xwe
Bila olan bide deng û navên we
Ji bona hûn jî mîna xelkê
Bibin xwedî dewletekê
Hûn ne zulimkar û ne jî xwîn mijin
Hûn dixwazin mafên xwe
******************
FELEK
Westiyam felek
Bes wer ser min
Çima ewqas pir
Bi êş û xavî ye
Jîn û jiyana min
De here here
Ji ber paca min
Bila tav bide
Warê min
*************
GEH
Ev agirê dilê min de
Nizanim ev çi agir e
Geh gur dibe
Geh vedimire
Geh dikenim
Geh digrîm
Min go
Gidyano ev çi ye
Gotin ev evîn e
Ji ber ku dil dîn e
XELAT
