Xwezila Ez Dîsa Zar Bama
Helbestvan: Karîna Osêyan
Xwezila ez dîsa zar bama
Vî emrî mezin de nîbûma
Haş bayê duniyayê tunebiyama
Ji derd û kulan dûr bama
Xwezila ez dîsa zar bama
Li xana xwe da bimeşiyame
Dayîkê guliya min vegirta
Çîrokek ji min re bigote
Xwezila ez dîsa zar bama
Dayikê min hembêz kira
Bi nermaya dilê xwe
Êşa vî dilê min pak kira.
Xwezila ez dîsa zar bama
Lî bêşika xwe de bama
Dayika min li ber bêşikê
Lûrî lûrî min ra bistra
Dengê wê ye zelal û xweş
Vê belav bûye li her deran
Ez jî di hembêza dayika xwe de
Bextewar bama û aza
Xelat