Bê peşkim ez?

Bê peşkim ez?

Helbestvan: Bêçarê Kurd

 

 

Ji wê peşkê ji wê parê

Payîz ji ser min qe narê

Ezê pêşkim bi wê vînê

Gava ku dûr bim  ji yarê

Gava ku ez keser kêşbim

Her dem bi kul derd û êş bim

Dîlana janê da ser pêş bim

Bi hesreta wê dîdarê

Bi ahîna hev dìtinê

Carek tenha bêje gunhê

Qey mehrevan ya te tinê

Bila şabim bi beharê

Bila şabim bi wê dozê

Bi xizêma li ser pozê

Ji evîna di nav kozê

Pêşkim ku dem zû J'min dare

 

03/09/2025-Kobanî

Xelat