Di pêşerojan de

Di pêşerojan de

Helbest: Mihemed Hemkoçer

 

Di pêşerojan de

Paşeroj aşkere dibin!

Dema demên lalik

Bi ziman dibin

Û paşelên pirtûkên qedexe

Hildiweşin..

Mînî (Kursîyek Lixwenanê)

Li keniştek mezin

Û Keşîşekî qert

Her kesekî vedipirsîne

Saw dikeve dilê mirovan

Mirovên durû

Yên dewre

Û berarkî

Ser bûyeran dipeçinîn

Berge namîne

Ji bincilkirinê re

Ji binfîskirinê re

Ji nadarkirina rastiyê

Û becewîşkirinê re

Fersend tune ye

Di pêşerojan de

Ziman in kin dibin

Û dev in bi ziman dibin

Çav in kor dibin

Û kor in bi çav dibin

Siya mirov li ser gawahiyan dide!

Dema nîrê tirsê

Dikeve stûyan

Xet û xêz

Rasterast derdikevin

Û hevcar bi ber qulpan dikeve

Lupdanê bi ser dikevin

Qulpên bêhêk û hêlîn

Reprût dibin

Û motika holmanan

Holmanên celq

Û kesên civiq

Dikin vit-vit

Dikin nakin ku erd veqelişe û xwe têxinê

Ku dem vegere

Û xwe bigerwin

Û bêjin: bêjîyên zemên in

 

Xelat