EM HEVDURA LI WANÊ

EM HEVDURA LI WANÊ

 Helbestvan: Hinara Tajdîn

Fistanê sor li bejnê,

Ketye xemla bûkînê,

Wê dest daye yekî din

Evdal hîştim har û din.

Çevê belek reş kilkir,

Agrê dilê min gurkir,

Revî,lez çû xwe bakir

Êşê cergê min kûrkir.

Mijêda ez dorpêçbûm,

Hêsrêm tevî behrê bûn,

Xeyalada boyax bum

Nava derda windabûm.

Merûm bûme ber janê,

Ew min nehat qet rayê,

Em hevdura li Wanê

Biketana sohbetê.

Dîlber nehat vî berî,

Eşqa dilêm  temirî,

-Çima wisa min sarî ?

Bê guman, bê bawarî.

Te bawarî windakir,

Bejna cinar ba nekir,

Kofya zêrîn xwer nekir

Sîng li ber min venekir.

Avîtim cizaretê,

Meşyam berbi zîyaretê

Xwe avîte bextê te

Reca kir evîna tê,

Horî-perî me tombûn,

Bê mehde û pirûz bûn,

Hêlîna xwe kûvî bûn

Herçar perça belabûn.

Xelat