Çav bûn kanî?

Çav bûn kanî?

Helbest: Bêçarê Kurd

 

Çav bûn kanî?

Çav bûn kanî xwîn herikîn

Serok rêber neterikîn

Heyfa serê ku çû barkir

Soz û peyman tev ferikîn

Me zû j'bîrkir dev jê berda

Navê gur me bira hilda

Çavên belek bi xwîn kilda

Çûn rûniştin veçeriqîn

Heyfa leheng di dest gurda

CA mi nedît çû bi kurda

Ez mam bê kêr ji wê virda

Rastî min got:hest kurikîn

Di nava şerda ez qey ezim

Tim lehengim ne wek pezim

Ji ber qûlan tew nabezim

Dijmin j'ber min disûrikîn

Hevalê gur tim ji mine

Kes guh nade gazya mine

Ma kî dijî wekî mine

Cîhan bi vê veciniqî

  

11/01/2026-Kobanî

Xelat