SOR ŞİMAQÎ

SOR ŞİMAQÎ
Helbest: Mehmet Çobanoglu
Darê selwîyan bejna te
Çiqilên narîn zenda te
Bê guman tu zehf bedewî
Ev canê min qurbana te
Roja sibê xwe da ser te
Morî-mircan diranê te
Gul bi te ve xwe xemiland
Kezeba min qurbana te
Qîr û qetran wek porê te
Li sor şimaqîserê te
Birû yên te, qey hîvikin
Ev rihê min qurbana te
Lê her kes jî heyrana te
Dibiriqin her çavên te
Dilê min ji li te tijî
Ev emrê min qurbana te
Wele min sond xwar li bo te
Ez hêvî dixwazim li te
Xwe ji min pir dûrnegire
Ev serê min qurbana te
20.08.2023
Stenbol
Sekoya Kurmancî