RONAHIYEK LI SER RÛYÊ MIN

RONAHIYEK LI SER RÛYÊ MIN

Helbest: Seyrana Celad

 

Ez dikenim wisa, çawa tav li pişt ewran dikene.

Kes têkoşîna wê ya bêdeng li dijî tariyê nabîne, lê her kes germahiya wê hîs dike.

Bi vî awayî ez dixwazim ku tenê ronahî li ser rûyê min bimîne,

û notên stirana kenê li ser lêvên min,

wek bayê yekem ê baharê,

ku ji bo şevên dirêj ên zivistanê, bêyî  tiştek negotî  tê.

Bila çavên min deriyên girtî bin.

Ne ji ber ku valahî di hundur de heye,

lê ji ber ku li wir bahoz çêbûye.

Li wir pêl gihîştine ezman an,

li wir bêdengî fêrî axaftina bi zimanê êşê bûye,

û hêvî bêyî ku bişewite, fêrî meşa li ser antêx ê bûye.

Mirov pir caran hewl didin ku xwe di neynika giyanê min de noq bikin,

da ku têkiliya di navbera kenê min û xemgîniya min a veşartî de bipîvin.

Lê ew nizanin ku kûrahî hene,

ku ji bo pîvandinê nehatine afirandin.

Hene derî,  ku tenê ji Xwedê û bêdengiyê re vedibin.

Ji ber vê yekê ez ken hildibijêrim.

Ew ber bi cîhanê ve dibe pira min,

Tava min a biçûk ku ez bi her kesî re parve dikim bêyî ku bipirsim gelo hêjayî wê ye.

Eger hûn kenê min bibînin, bawer bikin.

Ew ne sexte ye.

Ew serkeftinek e ku li ser çîrokên  ez nabêjim hatiye avakirin.

Ez êşa xwe vedişêrim û vediguherînim kenek nerm.

Ez wê diguherînim peyvan, vediguherînim rêzan,

bi baweriyê vedhûnim û wekî boxçek biçûk a ronahiyê didim we.

Û eger rojekê hûn hîs bikin ku di kenê min de xemgînî heye,

bizanibin ku ew ne agirê vemirî ye.

Ew agir e ku fêr bûye  bêyî şewitandinê ronî bike.

Ez wisa dijîm,

deryayê di çavên xwe de xwadî dikim,

ken li ser lêvên xwe,

û tenê ronahiya ku ji tariya min a herî kûr çêbûye didim cîhanê.

Ez dixwazim ku mirov min wekî keçek geşbîn bi bîr bînin.

Ne ji ber ku qet tarîtî tune bû,

lê ji ber ku min fêr bû, ku di tariyê de mûmek vêxim.

Kenê min pencereyek e, ne rûpoşe.

Pencere, ku şûşa wê di bin tavê de dibiriqe,

û di hundir de odeyek bêdeng heye.

Ez carinan bi tenê rûdinim

û bi van bîranînan re diaxivim, kîjan

ji dengên bilind hez nakin.

Hewl nedin ku kûrahiya çavên min binêrin.

Li wir deryayek heye, ku hîn aram nebûye.

Pêl hene ku fêr bûne bêdeng ji kênarê derkevin,

û refên ku ez jî navên wan nabêjim.

Lê binêrin ka ez çawa dikenim.

Ew ken ne derew e, serkeftinek e.

Ew her roj vedigere bal min,

wek çûkek ku piştî zivistanek dirêj vedigere.

Û bi vî awayî,

Ken dibe ronahiya min,

Û ronahî çîroka min.

Xelat