Bavo Bihar e
Helbestvan: Karîna Osêyan
Gulên dilê min
Yeko-yek vebûn
Bi hêstirên min
Kulîlk mezin bûn
Min jî baq kir
Bi evîn û hisret
Ji bo tirba te
Bavê min î delal
Di nav me de te
Koça xwe zû bir
Dilê min bi êş
Û axîn tije kir
Lê ez dûrî te me
Xerîb û wêran
Nikarim bêm
Ez ser tirba te
Felek xayîn e
Dil jî kul û birîn
Cihê te wala maye
Bavê min î dil birîn
Dilê min de agirê te
Bi alav dişixule
Nayê temirandin
Nayê rayê bê te
Derd û kulê min
Vê bihara rengîn
Bi hêstirên min
Alav gûr kirin
Min jî alava gûr
Di dil de veşart
Hêstir bûn wek çem
Dilê min av dan.
*Roja bûyîna te pîroz be bavê min
*Roja bûyîna te pîroz be birîna dilê min
XELAT
