Hêsirê min

Hêsirê min

Helbestvan: Xaylaza Reşîd

 

Hêsirê min.

Wekî carna bînteng dibim

Û hêrs dibim û hêrs dibim

Hêsir têne hewara min

Bi rondika ez can dibim.

Min direvin heval hogir

Min dikelin kezeb û dil

Reş û peş tên ber çevê min

Hêsir min ra dibin bilbil.

Biye xelaya kesên helal

Hêvî li min dibin betal

Tevî hev dibe hişê min

Hêsir min ra şûr û mertal.

Emir timê min dixapîne

Meriv dora min namîne

Winda dibe baweriya min

Her hêsire min bîra xwe tîne.

 

05.10.2025

Ev helbest îro tevî min Dîlan Makûyê lêkolîn kirye…

Xelat