BANGA MIN NE GUNEHKARÎ YE
Helbestvan: Merwan Berekat
Tu Kurd î?
Tu li kû bî û rewşa te çi be
Ger tu şad î
Bi Kurdî bistirê û bikene
Bila hestên te ne derewîn bin
Ger tu birîndar î
Bila nalîn û qêrînên te bi Kurdî bin
Yan jî bêdeng be
Da ku dijmin bi te şad nebe
Ger tu dildar î
Bila evîdariya te bi Kurdî be
Da ku dilê te ji te razî be
Çima evîna te dê bê çêj be?
Ger tu di çi govendê de bî
Bila xemla te bi Kurdî be
Da ku bejna te ji reseniya xwe be
Bi cilên dayîk bavê xwe şanaz be
Ger tu li pey darbestê yan li cihê şînê bî
Bila lorandina te bi zimanê te be
Da ku giyanê yê mirî bê êş be
Çima tu dê gunehkar bî?
Ger tu li mizgeftê yan li kinîsê bî
Bila nimêj û lavêjên te bi Kurdî bin
Ma ne tu dixwezî Xweda ji te razî be
Bila peristina te ne toza li ber bayî be
Tu li kû bî û rewşa te çi be
Ger tu bixwezî
Neyarên doza gelê te biêşin
Di agirê kîna xwe de bişewitin
Di çavsoriya xwe de bipiçpiçin
Bi Kurdî bijî
Yan jî, tu ne Kurd î
- 10. 2023
XELAT
