Dengbêja Kurd Îran Xanim

Dengbêja Kurd Îran Xanim

Hunermend "Îran Mucered" ku naskirî ye bi navê "Îran Xanim" an jî "Îran Xan", di sala 1950-51 da li herêma Bradost, li gundê Înkesû ya bi ser bajêrê Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê ve, di malbatek cotkar da çavên xwe li jiyanê vekirine. Keça Ebdulrehman û Perîşanê ye. Ew dizewice û li gundê Somanavayî bi cih dibe. Ji wan ra keçek û du kur çêdibin.

Meyla wê ya stran û klaman di zarokaya wê da lê peyda dibe. Ew her dixwaze li nav civatan dengbêjiyê bike. Gelek sebebên ku wê bi ber vê çandê ve didin hene. Yek ji van sedeman jî ku ew bi tib’etê xwe keçek wêrek, jixwe qayîl û bi xwe bawer bûye. Ji bo avakirina kesayetiya xwe hunerê dike rêzan û rêbera jiyana xwe.

Herêma Urmiyeyê xiznika stran, dengbêj û folklora kurdan e ku ew jî bi vê dewlemendiyê mezin dibe. Piştî ku dizewice jî, ji ber hewldan, daxwazî û karîna wê, hevjînê wê piştgiriya hunera wê dike ku ew bistrê. Ew nasnavê Îran Xanê li xwe dike, bi vî nasnavî dibe dengbêjeka bi nav û deng li seranserî herêmê.

Hunermenda dengxweş Îran Mucered(Xanim), di 14ê Gelawêja sala 2001ê de, li taxa Islamabad a bajêrê Urmiyeyê jiyana xwe ji dest dide.

Hunermend û dengbêja navdar "Îran Xanim", bi xebata 31 salên dengbêjiyê, li pey xwe nêzîkî gencîneyek dewlemend ji kilam û stranên bav û kalan û yên bixwe çêkirî li pey xwe hiştiye. Gelek stranên wê yên ku di nav 9 salan da li Radyoya Urmiyeyê gotî heta vê gavê jî pê nayê zanîn bê ka çi bi wê arşîvê hatiye. Lê gelek kasetên ku ji ber dengê wê hatine tomar kirin di nav gel de dest ji dest hatine kopîkirin û tevî çend kasetên wê yên ku wê bixwe şandibûn Turkiyeyê ji bo çapê di nav gel da berbelav in.

Navê hindek stranên wê; Arifo lawo, Bajo emrê min, Bavê Lalo, Delal ez bi heyran, Delal lo, Delalê malê, Dilê min loy loy, Domam û pismam, Filîtê Quto, Hedo rabe, Kurê xelqêyo, Lê lê yemman (Domamê), Şerê Cezo û Salih Begê û Yar gewrê…

 Jêder: Zeyneb Yaş, Şakarên Muzîka Kurd

Sekoya Kurmancî