TlŞTlK Û MlŞTlK
Helbestvan: Suphîye Bulut
Ey dagirkerên
Warê me
Hûn di lîstikên xwe da
Pir xweş
Hîlekar û mizawirin
De hûn û nezan
Ji xwe bi hevre bilîzin
Em nayên lîstikên we
We xapandin
Pêşiyên me
Lê de bizanibin
Hûn nikarin bixapînin
Nevîyên wan
Me xwend dîroka xwe
Dît hûn bi çavên xwe
Fêr bûn hûn çi hov in
De bigrin hemû
Tiştik û miştikên xwe
Û biteqizin herin
Ji ser axa me
XELAT