DEMA TU ÇÛYÎ
Helbestvan: Dîlan Maku
Wê desmala bi rîşî ,
Tayê xew bi hermişî ,
Min dabû te bi xweşî,
Ba te bimîne her gav,
Ber çevê min meşîya,
Fêrmesk çeva rijîya ,
Gerden li min weşîya,
Derbêder bûm ew gav,
Şewat kete hinava,
Roj li min zû çû ava,
Ramûsan neda lêva,
Hestê min baye her gev,
Dest lingê min lerizîn
Wek fîncanê derizîn,
Vî kafirî dil dizîn ,
Dilê mi baye her gev,
Xatir li min bû xençer,
Rondik bûn tîr û şeşper,
Parçe kir canê dilber ,
Rihê min baye her gav,
02,08,2025,
Xelat
