Bila Kesek li Gora Giyanê te Negere
Helbest : Shahîn Bekir Soreklî
Bila Kesek li Gora Giyanê te Negere
Hewl mede vî dilê şkestî bi hev gihînî
Ne bi destê te bû şkestina wî
Ne jî jidaybûna wek kurdekî
Heftê û şeş salên jiyanê tiji gul bûn
Lê zevîyê gulan bêyî stirî nabe.
Ma kê ji te re got stirî jî dikarin bibin gul
Kê ji te re got ew jî wek gulan wefadar in!
Poşman mebe li dilê şkestî
Dê rojekê bi giyanê te re bişewite
Bila kesek navê te nehîne ser lêvan
Bila kesek li şûna gora te negere.
(Shahîn Bekir Soreklî: 02/2023)
Bêhna Dûyê Argûnê Diya Min
Min bîre bêhna dûye argûnê diya xwe kirîye
Dema bi hilatina rojê re xwe di nav bayê gundê me de belav dikir
Min şûşeyên hemî bînên cîhanê kirrîn
Di nav de yên gellekî bêhnxweş hebûn
Lê yeke ji bêhna dûyê argûnê nanê diya xwe xweştir min nedît.
Jiyanê heftê û şeş demsal bi ser min re derbas kirin
Lê zarokê di min de mayî nexwazt mezin bibe
Her û her bi demên par re dilsoz dimîme.
(Shahîn Bekir Soreklî: 08/2022)
Teyro! 2022
Yekemcar e teyrekî ji babetê te dibînime
Weha xembar bi ser xwe de diponije
Ji ku yî tu û kengê hatîye
Çima weha bi tenê xwe xemgîn î?
Got, ez tu me
Ma ne tu jî ji refên xwe veqetiyaye
Rêya te nema bi ser warê bapîran dikevêye
Karwan li paş mezinderyayê maye û rêya te rev e
Ji salên bi ber bê ketî yara dilsoz mayî tenê şev e!
Shahîn Bekir Soreklî: 6/03/2022
Sekoya Kurmancî