Herdu Helbestvanan Behmûrî û Berûkî - Avêtinberhev
Avêtinberhev: Baqîyê Berûkî & Abdurrahim Înanç (Behmûrî)
WER BIKIN BEHSA EVÎNÊ
Failatun failatun failatun failun
Wer bikin behsa evînê ta bisojin wek kebab
Yê nezanit vê birînê qet nekin lewm û itab
(Berûkî)
Muhbetê husnek divêtin ya li mîr’atê numa
Mezherê sirra qedîm ew ya li cergê kir şitab
(Behmûrî)
--------------------
Yên ji wê qendê vexwarî yek qedeh saf û zelal
Yan şehîd in, yan birîndar, yan li dilda sed nişab.
(Berûkî)
Sed nişab hatin ji hêla dilbera dêm wek hilal
Yek bi yek singê diwer bûn, xaneya dil bû xerab.
(Behmûrî)
-------------------
Min li eflakan di wextê neynika işqê didît
Kewkeb û şems û qemer, sed cur'e yên wek mahitab
(Berûkî)
Herdema eksa delalê min di mir'atê didît
Cezbeya wê hiş dibir lew masiwa mabû serab.
(Behmûrî)
---------------------------
Sed hezar sal in, di dewrana felek her işq hebû
Lew gelek şah û wezîran j'ber dikêşan pirr ezab
(Berûkî)
Lamiâ eşqê hebû hêja nebû çerx û felek
Cehdeya bêhub ji ber wê her dibîtin îzdirab.
(Behmûrî)
-------------
Aşiqê her wê Cemalê çûne sed carî sucûd
Yê neçît ew bit xisaret sernigun dê çit hisab
(Berûkî)
Zahidê sewme’ nuşîn û sofiyê xilwet mekan
Ew di mihraba du ebrû ser didanin bê cewab
(Behmûrî)
-----------
Cezbeya işqê, gelek Xanî w Mela sewda kirin
Ma dibit qet em bikin berhimberî yû inqilab.
(Berûkî)
Herkesê dilberhebîn bit dê bikit qesda wusûl
Herwekî Nalî w Herîrî pir kesên alî cenab
(Behmûrî)
--------------------
Min digo "Behmûri" ka tû bêje ew aşiq kî ye?
Wî digo "Baqî" tu narê işqê da bûyî kebab.
(Berûkî)
"Baqî" yû "Behmûri" xwestin seyr bikin derya evîn
Ew ketin derya ke dijwar bê sukûn û bê xirab
(Behmûrî)
Sêrt- Cizîr.
30/10/2024
XELAT