NİZANİM TU GULİ AN Jİ KELEMÎ

NİZANİM TU GULİ AN Jİ KELEMÎ

Helbestvan: Mehmet Çobanoglu

Nizanim tu gulî an jî kelemî

Ji caran min re şadî caran xemî

Te agir berda li nav dilê min

Nizanim tu fitîl î, an jî şemî

Te coşîya nav dilê min wêran kir

Te kul û qêrîn, te hêsir min barkir

Te jî min re baran û tofan anî

Te dûmana tozê li ser min rakir

Bi derewan qet min teselî neke

Deriyê gorê ji min re veneke

Dil û kûrçikê min tevahî rizayan

Ser milan bi darbestê min rê neke

Bextê te me bi dilsarî yê min neke

Dizî be jî bi kenên xwe min şake

Dest nede min, bi ez ji te bêbext im

Ji kerema xwe, min şerpeze neke

Lêlê dilê te wek hespê bêzîne

Dev ji te bernadim, dil bo te dîne

Nizanim tu xêrî an jî bêxêrî

Qet quretî meke, evîn mezine

Her dem di zimanê min de awaze

Ji kerema xwe êdî min bixwaze

Canê min, dil bê te cihê cemed e

Dilê min germahiya te dixwaze

06.04.2024

İstanbul

 

XELAT