ŞIYÊ .... Helbesta Husên Hebeş
ŞIYÊ
(Hemû malbatên ŞIYÊ ronahiya çavên min in!)
Husên M. Hebeş (Hussein Habasch)
Min rondikên çiyayê Hesî Xidir dîtin ku mîna dilopên xunavê
bi ser spîtiya gewdê Şiya pîroz û delal de dibarin.
Ew çiyayê hêzdar, nazdar û dildar bi dilekî germ tîpên hezkirinê dinivîse
û ji bejn û bala darên zeytûnan re dixwîne.
Çivîkan ji xewê hişyar dike, bi hebûna wan şad dibe û bilind difirîne.
Ji baskên wan re, bi bilûra xwe ya tenik û zirav, sazên taybet diafirîne.
Hamidê Bedirxan ku di bin kentara kesk de razaye,
di xewna xwe de bîranînên pir kûr û kevin hest dike!
Hespên helbestan ji lehiya êşê vedikişîne
Holika xwe ji tîp û hevokên demê ava dike
Dixwîne û maran ji pelikên pirtûkên kevnar dikişîne û kedî dike.
Hamidê Bedirxan li kujerê Lorka digeriya!
Em jî niha li kujerên Şehîdên Şiya xwe digerin
û her roj kujerên xewnên xwe li pêşiya çavên xwe dibînin!
Hamido, bila çavên kujer û dijminan birêjin.
Kevok li ser sîvlekên xaniyên Şiyê bê sînor distirên.
Bayê ku ji aliyê darên zeytûnan ve tê, hemû tiştan şad û geş dike.
Di bin sîbera ewrên Şiyê de gul û kulîlk dibişkivin
û evîna gulistanan dixemilînin.
Rûniştokên wê yên kevirî li benda hatina cîran, xizim û mêvanan ne,
siyên daran li benda hatina cîran, xizim û mêvanan ne
û herdu stûnên malan jî li benda hatina cîran, xizim û mêvanan ne.
Hûn dizanin ku xaniyên ji heriyê li Şiyê
ji qonax, keleh û eywnên şah û împaratoran baştir û ciwantir in?
Hûn dizanin ku di hinava Şiyê de lorînên dayikan şîndidin
û ber bi gewdê welatên zindî ve diherikin?
Hûn dizanin
li wir,
li bilindiyê,
biskên çemê Şiyê
ji temriya çiyan dadiwerivin
û li deşta fireh,
li dawiya darên evînê,
li ber sînorê mirinê,
rastî birayê xwe yê bicûk, çemokê Kilisiyê tê?
Hûn dizanin
ku wî himbêz dike û sînorê mirinê bê tirs, bi hev re, derbas dikin?
Giya û spîndar, herdem, şad in
û çepikan ji kaniya kevnar re lêdixin.
Li jorî kaniyê, kêlikên goristanê
û giyanên Bapîr û Dapîran aram dibin.
Derbirrînên rûyê Beçê fireh dibin
û bi tijebûna herdu gulmên xwe
xeberan bi barandina baranê re dibê.
Piştî kêlîkekê, hêdî hêdî, aram dibe
û xwe di paltoyê xwe yê ku mîna paltoyê
Akaky Akakievich de berhev dike
û li nêzîkî şurikên avê, bê xem, radize!
Çavên xwe li ser keskesoreke xemilî
ku ji pişt çiyayê Gewr derketibû, vedike
û silaveke germ ji baxçeyên mişt xêr û bêr re bi rê dike.
Beçê keriyê cinan û periyan rêz dike
û bi xwe re dibe şahiyên dewatan.
Di ber def û zornê re, semagiriyê dikin û govendê digerînin.
Ji bin kumê xwe yê dirêjokî,
nameyên ku bi taybetî hatine nivîsandin ji asîman re dişîne
û bi hatina şevê re, agirê evînê di dilê Şiyê de vêdixe.
Hûn dizanin ku li ba min şerwelê Beçê ji yê Napoleon binirxtire
û kumê wî yê tentenî, spî û dirêjokî ji hemû pîramîdên cîhanê girîngtir e?
Hûn dizanin ku li ba min kenê Beçê ji yê hemû dilşadên cîhanê xweştir e
û dînbûna wî ji şehrezaya hemû zaneyan rastir e?
Hûn dizanin ku Beçê firişteyê dilê Şiyê bû
û divê herdem di dilê şênê Şiyê de bimîne?
Belê herdem dê bimîne!
Ji aliyê din ve Elîyê Egêl simbêl badayî, sîberên xeyidî lihev tîne
û herikîna efsaneyan li ser ahenga têla tembûra xwe eyar dike.
Bê westandin, rojê bi şevê û şevê bi meyê ve girêdide!
Nimêjên wî stran in, aheng in, mûzîk e û destana Derwîşê Evdê ne.
Silav û rêz ji giyanê wî re...
Belê ew jî dê herdem bimîne.
Gava çavreş û kezîreş bi hemû bedewiya xwe
dadikatin ser kaniya Şiyê û ava zemzemê jê dibirin,
ji şahiyan re dilê kaniyê di sîng de hilnedihat
û bi hemû zelaliya xwe govend digerand!
Ji ber vê yekê nav li wan kirin kezîreş yan jî kezî-misk!
Gava kezîzer bi hemû nirx û giraniya xwe
ji asîman dadiketin nav dilê Şiyê, bi xwe re tîrêjên rokê tînan
û gerdenên zêrîn yên ku di stûyên wan de, şewq, roj û ronahî didan.
Ji ber vê yekê nav li wan kirin kezîzer yan jî kezî-zêr!
Niha dilê min li ser navê şevê, xemgîniyê distire.
Li ser navê bêdengiyê, axaftinê dide ber xwe.
Li ser navê zeytûnan, navê Xweda dinivîse.
Li ser navê xwe, her çar taxên Şiyê:
Gundê Jêr
gundê Jor
gundê Hacê
û gundê Şikaka mohr dike.
Niha dilê min, di rêkên Şiyê re diçe û tê!
Hinek caran şikestiye û gopalê evînê di destan de ye
û hinek caran jî bi lez, ku mîna dilê xurtekî bîstsalî dibeze
û pêşbirka lezbûnan liba dike.
Wî dilî hemû rêkên Şiyê ezber kirine
û bi gaza damarên xwe, ew yeko yeko pîvane.
Niha bîr û baweriyên min li ser girê Elûş e
li ser girê Hisûtê,
li ser girê Sûliqê,
li ser girê Cirnasê,
û li ser girê Hêlînê,
hêlînên xwe çê dikin
û çêlikên peyvan xudî dikin.
Niha li Dobirê Dînik kevroşk bezaneya xwe bi dizî dikin
Li Avzênkan û Sebîlê, av xemgîn diherike
Li geliyê Şiyê giya bi tirs şîn dide
Li geliyê Elgamarê ruvî xwe ji hovên dulingî diparêzin
Li geliyê Hesenî Xoce xewnên daran dişewitin
Li geliyê Mêşa vingvinga mêşan dimiçiqe
Li geliyê Kûr lêvin keviran dikizirin
Li geliyê Pisûnê baskên çivîkan ditevizin
Li geliyê Sewkiya henasên xinavê diçikin…
Niha dilê min li ser rêka Paporê, tîpên evînê dirêse
Li ser rêka Qişlê, tovên berberojê dibarîne
Li ser rêka Dubir, wênyê keskesorê dikişîne
Li ser rêka Şêrşep, hêrên zeytûnan di gewdê xwe de diçîne
Li ser rêka Gumîtê, avê di sawîran de dimeyîne
Li ser rêka Hemamê, êş û janê ji dergehê gundê xwe direvîne
Li ser rêka Qendîlê, birûskan diafirîne
Li ser rêka Qeregolê, bangovk û sûsalkan kedî dike
Li ser rêka Evînê, dîlana hezkirinê li newqa Şiya xwe dialîne…
Şiyê di kûraniya dilê min de hêlîna xwe çêkiriye
Bi hemû rengên jîn û vînê, lêdana dilê min bi navê wê berdewam dike!
Di her rewşê de evîndarê Şiyê me
Di aramî û lerizandina wê de
Di êş û xemgîniya wê de
Di firehbûn û tengasiya wê de
Di geşbûn û nexweşiya wê de
Di şahî û giriyê wê de
Di birîn û saxiya wê de jî evîndarê wê me
Herdem evîndarê wê me.
Şiyê di her çar demsalên xwe de bêhna gulan,
bêhna kulîlkên zeytûnan, bêhna pelûsankan,
bêha gulên rezan, bêhna nêrgizan, bêhna sosinan,
bêna beybûnan, bêhna kulîlkên hinaran, bêhna nîsanokan,
bêhna binefşan, bêhna gangiliyan, bêhna nêrgizan,
bêhna yasemînan, bêhna qedîfeyan, bêhna gulberrojan,
bêhna laleyan, bêhna gulberiyan, bêhna xalxalokan,
bêhna rîhanan, bêhna toprîhanan,
bêhna kulîlkên şivanan, bêhna qurnefîlan,
bêhna kulîlkên şevê û bêhna gulistanên bihuştê jê tê!
Ma gelo hûn dizanin ku di şurikên kaniya Şiyê re,
bîhnxweşî û lewante diherke
Hingiv û şekir diherke?!
Na,
na,
meya Xweda tê re diherike!
Di quncikekî mala Mehmûdê Hemîdê Hebo de,
min bîranînên xwe di çiqineke hizran de veşartine
Rojekê zarokekê bê û wê çiqinê veke
û dê zarokatiya min, pempilûkên min, cûkên min,
wêneyên min, seyrên min yên bicûk
û xewn û helbestên min jê bifirîne!
Şiyê baskên xwe veke
Tu ne tenê navçe yî
Tu ne tenê bajarok î
Tu balinde yî û bi çar baskan î!
Ka em bi hev re bifirin Şiya min,
nazliya li ber dilê min,
ka em bi hev re bifirin.
Dibêjin li Şiyê derya tune ye!
Tenê carekê hilkişin ser çiyayê Hesî Xidir yan jî ser Gaza Rût,
hûn ê li pêşiya xwe deryayekî kesk bibînin,
ew dê damarên we rehet bike,
gewdê we dê şil bike
çavên we dê şad bike
û hebûna we jî dê bi zeyta rûmetiyê nerm bike!
Ma gelo derya çi ye ku ne ev be?
Ji Şiyê hez dikim
di bombebarankirina ser wê de,
di qêrîniya wê de,
di hawara wê de,
di bêtara wê de,
di dagîrkirina wê de,
di bobeleta wê de,
di felaketa wê de,
di talankirina wê de,
di wêrankirina wê de,
di qirkirina wê de
û di rêzgarkirina wê ya di pêşerojê de jî, jê hez dikim
Herdem jê hez dikim!
Ez Şiyê bi nerînên bav û kalan,
bi hezkiriana dayik û dapîran dipîvim.
Ez Şiyê bi nerînên hest û hezkirina xwe dipîvim.
Ez Şiyê tenê bi giyan û dilê xwe dipîvim.
Ji Şiyê hez dikim
ji ber ku dilê min ji axa wê hatiye sitirandin,
bi zeyta zeytûnên wê hatiye şuştin
û bi sibeh û rojên wê hatiye xemilandin.
Li ba şênê Şiyê sê tişt bêtir birûmet û pîroz in:
Kaniya zelal
Darên zeytûnê
û axa berdar û zêrîn.
Şênê Şiyê, bi çandina her dareke zeytûnê re, xewnek çandine
Bi çandina her dareke sewliyê re, avahiyek ava kirine
Bi çandina her mêweyekê re, siyên firişteyan raxistine
Bi çandina her spîndarekê re, bêhnxweşî afirandine
Bi çandina her qewaqekê re, baxçeyekî rengerengî amade kirine
Bi çandina her gulistanekê re, rêzên evînê rêzkirine
Bi çandina her toprîhanekê re, rûyê mêvanan geş kirine
Bi çandina her dareke tûyê re, şêrînî peyda kirine
Bi çandina her kulîlkekê re, rêyên evîndaran hesan û ronî kirine!
Çandin,
dayîn
û comerdî ji taybetmendiya şênê Şiyê ye.
Bîra kûr, gustîlka tiliya te ye, Şiya min
Çiyayê Hesî Xidir, taca serê te ye
Kanî, bêhnxweşiya gewdê te ye
Baxçe, gul û kulîkên kirasê te ne
Tovên zeytûnan, morîkên gerdenên te ne
Zozan, kemberên newqa te ne
û deşta fireh jî, xemla bejna te ye!
ji ber vê yekê jî tu herdem şahiya dilê me ye
Şiya min.
Şiyê dilê ku derê ye?
Dilê Efrînê ye!
Efrîn dilê ku derê ye?
Dilê Kurdistanê ye!
Kurdistan dilê kê ye?
Dilê gelê Kurdistanê ye!
Hemû malbatên Şiyê malbat, meriv û xizimên min in
Hemû malbatên Şiyê heval, dost û hogirên min in
Hemû malbatên Şiyê cîranên min in
Hemû malbatên Şiyê bi rûmet in
û ew hemû jî ronahiya çavên min in.
Şiya min,
ji berî hebûnê
û piştî hebûnê.
Ji berî erdhejê
û piştî erdhejê
ji te hez dikim.
Ey Şênê Şiyê
Ger ji we pirskirin ku hûn ji ku derê ne!
Bê dudilî bibêjin:
Em ji Şiyê ne.
Navê we çi ye?
Şiyê ye.
Navê dayika we çi ye?
Şiyê ye.
Navê bavê we çi ye?
Şiyê ye.
Ji kîjan malbatê ne?
Ji malbata Şiyê ne.
Damarên we li ku derê ne?
Li Şiyê ne.
Xewnên we li ku ne?
Li Şiyê ne.
Berê we bi ku ve ye?
Ber bi Şiyê ve ye.
Navnîşa we çi ye?
Şiyê ye.
Nasnameya we çi ye?
Şiyê ye.
Habûna we li ku ye?
Li Şiyê ye.
Vehesa we li ku derê ye?
Li Şiyê ye.
Bêhna çi ji we tê?
Bêhna Şiyê.
Şahî li ku xweş in?
Li Şiyê.
Dilê herî pak û şêrîn?
Dilê Şiyê ye.
Mirin li ku xweş e?
Li ser axa Şiyê.
Şiyê
Şiyê
Şiyê...
Hemdem
û bê dawî Şiyê…
Xelat
