`Çanda gelê min hêvana tabloyên minin`

`Çanda gelê min hêvana tabloyên minin`

Hunermenda Şêwekar Sozan Şêxmûs, ji bajarê Qamîşloyê ye, bi salane ku mijûlî karê wênesaziyê ye û beşdarî gelek pêşangehan bûye.

Di derbarê karê xwe yê hunerî de Sozan Şêxmûs ji Rojnameya Kurdistanî Nwê re got: Ez bi salane wênesaziyê dikim û ez pir kêfxweş im ku di tabloyên xwe de folklor û kevneşopiyên Kurdî bikar tînim ji ber ku ev ji bo min pir girîng û balkêş e. Ez piraniya tabloyên xwe li ser kaxezê çêdikim.

Got jî: Li bajarê Qamîşlo û Rojavayê Kurdistanê ez beşdarî gelek pêşangehên hunerî bûme. Tabloyên min ji hêla temaşevanan ve bi germî hatine pêşwazîkirin û wan li ser berhemên min nerînên cûda anîne ziman.

Di berdewamiya axaftina xwe de Sozan Şêxmûs got: Bê guman, her jinek xwedî ramanên cûda ye ku xizmeta civaka xwe bike. Ji ber vê yekê, divê jin bi tevahî werin piştgirî kirin û jinên li hemû beşên Kurdistanê divê di warên cûda de çalak bin û şiyanên xwe pêş bixin daku xizmet bikin.

Xanima hunermend a şêwekar Sozan Şêxmûs di sala 1983an de di malbateke hunerî de ji dayik bûye. ew ji peymangehê beşa werzişê mezûn bûye û niha li bajarê Qamîşlo iya Rojavayê Kurdistanê dijî.

XELAT/Kurdistanî Nwê