SEYDA Û FEQÎ
Nivîsîn: M. Emin Aslan
Feqî pirsî:" Seyda, tu wek gulzar û xakî
Bi zanîna hiqûqê zana û jîr û pakî
Bo çi tu bi zimanê xwe hêvî û tikan nakî?
Seyda, Got:"Feqîyê delal! Tu xortek jîr û çakî
'Erebî zimanê qur'anê ye li ser vî xakî,
Bo tu rêz nagrî û bawernakî?"
Feqî, got"qur'an dibêje:"zimanê mirovan, neqşê xweda ye!
Te zar û ziman hemi bi derdaye
Kesên bê ziman kole û gedaye!"
Seyda, got:"Feqî, tu bi her zimanî dikarî bikî jînê,
Ji xwere daynî bingeh û neqşê hebûn ê
Li ser zimanê beyanî durustbikî zagûnê."
Feqî got seyda, tu xwe bide ber bendê hebûnê,
Ziman hestîyê piştêye amürê serxwebûnê
Wê ji tere bîne jîyan û dad û zagûnê.
Seyda got:"Feqî tu çi dîn û nezanî,
Ger biaxifî bi wî zar û zimanî
Ji bo te dibe xezanî û erzanî!"
Feqî got:"Seyda, ma nizanî zimane bingeha jîyanê,
Dema zimanê te derneyê meydanê
Tuyê malikê bibî ber weran ê.
Seyda, got:" Feqî tuyê çibikî ji zar û zimana?
Rûmeta însanan çêdibê bi dîn û îmama,
Ger waha bifikirî ewê cila te daynin rexê xezana.
Feqî, got:"Seyda te xwend bi nanê me.
Qey xwê tê tine bû, an genimê me bûbû ceh?
Bo çi naaxifî azad û serbixwe?
Seyda, got:"feqî min dersa te da bi ol û bawerî,
Bo bi şîretê seyda tu nayê serî?
Ezê te biqewitînim ji ber vî derî!
Feqî, seyda ew derî derê meyê,
Rûmeta 'elmê bûyîna xwe ye!
Bes seyda hînga jar û z'eyîf û kole ye.
Seyda got:"feqî te bi 'elmê negirt edeb!
Te xwend tu bu yekî pintî û bed.
Te ji jîyanê negirtîye 'ebret û ked.
Feqî, got:"seyda te xwendîye tu bûyî parezerek beyanî
Ji 'elm û adabê xezan û nizanî,
Hebûna mirovan bi zar û zimane lê tu vî sirrê, nizanî.
03 12 2023
XELAT