Te xêra mi nexwestî?

Te xêra mi nexwestî?

Hebestvan: Bêçarê Kurd

Ma min çikir lê dînê

Te xêra mi nexwastî

 

Şêr û piling ne besin

Çû xwe'b rûvî pesartî

 

Ahû keser ji dil tên

Kengê wan tu parastî

 

Hîroj çima poşmanî

Kul û birîn elastî

 

E zê pêşkim vî dilî

Bêyî min tu dixastî

 

Keçê ji ter dibêjim

Tu guh bide wê rastî

 

Min got:qey tu dil şakî

Çima te ew nexwastî

 

Heta kengê wa bijîn

Ta ebed li bin destî

 

14/04/2025-Kobanî

Xelat