Ji bo bîranîna Helbestvanê mezin Şêrko Bêkes
"Basik"
Helbest: Şêrko Bêkes
Yê te ez nizanim
Yê min bi xwe çar baskên min hene
Yek ji wan bayekî "Amed" daye bi min
Daku helbesta min hertim bilind bifirê
Ya duduyan tavek ya rojê ji aliyê "Kirmaşanê" ve daye bi min
Daku qet baweriyên nerast bi min nikaribin
Ya sêyemîn evîna "Kerkûkê" daye bi min
Daku wêneya wê yarê qet ji hişê min dernekeve
Çaremîn ewrekî "Efrînê" daye bi min
Daku herdem vê serê xwe deynim ser barana Kesk
Çar guh û
Tenê yek dil
Çar cok û
Tenê yek kanî
Çar telan û
Yek daristan
Ya te nizanim
Lê ya min bi xwe çar baskên min hene û
Lê belê her yek ji wan yek asman heye
*Ji Soranî bo Kurmancî: Hozan Efrînî
Sekoya Kurmancî