DAPÎRA MIN
Helbest: Suphîye Bulut
Dapîra min
Bi hestên germ
Hatibû serdana min
Lê qedexe bû zimanê wê
Li paş têlên li hev badayî
Lal bûbû dapîra min
Li çavên min dinêrî
Hêsirên bi tirs ji çavên melûl diherikîn
Zû bi zû paqij dikir
Û ji min vedişartin
Rewşa dapîra min
Cegerên min şewitand
Min go biaxife pîrê biaxive
Bi gotina min re
Leşkerên li kêlekên me
Awirên tûj li me vedan
Û tûtik lê ket
Jop li ser hev li min ket
Xwînê di dev û pozê min re avêt
Ez di nav xwînê de mam
Çavên min hatin girtin
Li wir gêj bûm xewê ez girtim
Bi ava ku li ser min dakirin
Çavên min vebûn
Min li dora xwe nêrî tune bû dapîra min
Piştî demek dirêj
Ji zindana azad bûm
Cûm ser gorek
Gîya li ser dirêj bûbû
Min bang li dapîra xwe kir
Pîrê way ez hatim
De ka çavên xwe beke
Û nevîya xwe hembêz bike
Tune li vir
Ne qardiyan û ne jî leşker
Lê dapîra min ji felekê xeyidî bû
Xatir xwestibûm ji jîyanê
Û dîsa dapîra min
Bi min re neaxivî
XELAT