Seyda serî hilde
Bi boneya 40 saliya mergebûna helbestvan û dîroknasê Kurd Cegerxwîn, ez vê helbestê diyarî gelê Kurd û Kurdistanî dikim.
Seyda serî hilde
Helbestvan: Cindiyê Metînî
Serî hilde tu Seyda ka ji gorê
Eva kesê te dimrînin li dorê
Tenê maye tu pelek ji geltorê
Yeke carê te bîrtînin bi zorê
Dizanim tu dibêjî derewçînin
Bi hev re ne dilsoz b`gef û kînin
Serê xwe na ji hev re na çimînin
Tenê şaha neyara bi xwe tînin
Silavê li hev nakin ew dibûrin
Bi yek zar û zimanî li hev şûrin
Ji yek bayî dibênkin, ji dil dûrin
Heger dertê li wan rok, dihingûrin
Cegerxwîn, e li dora te firiştin
Mixabin gel li dû te hevdû kuştin
Le jeḧrê gotina ser hevdû riştin
Tixa îro ji hev re ne berpiştin
Dixum sûndê bi giyanê te Seyda
Eva ezman diwerî ser mi derda
Ezim Cindî me, bexçê te mi merda
Mi doz û rêça te Seyda ne berda
XELAT